Êşkenceyeke giran li yên Xelfetiyê hatin destgîrkirin hatiye kirin

Hate ragihandin ku êşkenceyek giran li emniyetê li kesên di şerê li Xelfetiyê hatine destgîrkirin, hatiye kirin. Parêzeran anî ziman ku ji ber êşkenceyê nikaribûn muwekîlên xwe binasin. Dest, ling û serê yên hatibû destgîrkirin şikestine.

Di operasyona qirkirina siyasî ya li navçeyên Hewag û Xelfetî yên Rihayê de, nêzî 60 kes hatin destgîrkirin û şandine Şaxa TEM’ê ya Miduryeta Emniyetê ya Rihayê.

Hate ragihandin ku derbkirin di dema serdegirtin û destgîrkirinê de pêk hatiye û li qerqola jendermeyan a birinê jî dewam kiriye; dest, ling û serê gelek kesan şikestine.

NABIN NEXWEŞXANEYÊ

Tevî ku li ser bedenên kesên li Hewagê hatine destgîrkirin şikestin heye jî lê nabin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku kesên birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê bi awayekî sîstematîk hatine êşkencekirin.

PARÊZER: NEDIHATIN NASÎN

Tevî ku demê sînordar ê 24 saetî yê nedîtina parêzeran a muwekîlên xwe jî qediyaye, hê jî gelek parêzer muwekîlên xwe nedîtine. Parêzerên ku muwekîlên xwe dîtin jî, bi mercê dîtina 5 deqeyan û di bin çavdêriya polîsan de pêk hatin. Parêzeran da xuyakirin ku muwekîlên xwe nenasîne, diranên hinekan, destê hinekan şikestibûn û di nava xwînê de bûn û dîsa pirsgirkên lingên hinekan hebûn, nediarîn rêve biçin.

‘DOZGER EV XWESTIYE’

Parêzerên ku nexwestin di bi çavdêriya polîsan de be jî ev bersiva ‘Em dizanin pêkanîn der hiqûqî ye, Fermana dozger heye. Hûn dixwazin biçin bi wî re baxivin.’ Dan parêzeran.

ÊŞKENCE LI MALBATAN KIRINE

Hate ragihandin li taxa Derto ya şer lê rû da, malbata Alakûş a polîsan avêtin ser, birine Şaxa TEM’ê. Dîsa hate ragihandin ku ferdên malbatê bi êşkenceyek giran re rû bi rû mane, tevî ku nedihatin nasîn jî hê jî êşkence lê dihatin kirin.

BAROYAN NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Baroya Rihayê, nerazîbûn nîşanî êşkenceya li emniyetê û rênedana ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, hate diyarkirin ku eger dawî li êşkenceyê neînin wê sîstema CMK’ê bigirin.

DORPÊÇ DIDOME

Li aliyê din dorpêça leşker û operasyona li taxa Derto dewam dike. Li gnudê Derto û gundên derdorê tevgera eskerî berdewam dike.