Êşkence li 2 girtiyan kirin ên li ber sermijartina li ser piyan rabûn

2 girtiyên siyasî ku ji bo rûniştina doza lê têne darizandin ji Xarpêtê anîn Girtîgeha Girtî Tîpa T a Êlihê, ji ber ku ji bo sermijartinê ranebûn ser piyan, gardiyanan li wan xistin.

Girtiyê bi navê Salih Îlmîn û girtiyekî ku navê wî nehat hînbûn ji bo danişînê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hatin kirin. Gardiyanên girtîgeha Êlihê bi hinceta ku her 2 girtî li dijî jimartina ser piyan derketin li wan xistin.

Xwişka Salîh Îlmîn Gulçîn Îlmîn, diyar kir ku birayê wê dema ku bi telefonê pê re axivî qalê kir ku li wî xistine.

Gulçîn Îlmîn, da zanîn ku birayê wê ji sala 2018’an ve bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û wiha axivî: "Di 4’ê Hezîranê de rûniştina doza wî hebû û di 27’ê Gulanê de ji bo rûniştinê anîn Girtîgeha Êlihê."

Îlmîn bal kişand ser axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe re kir û wiha got: "Birayê min û hevalê wî yê pê re bi tenê dixin qawîşekê. Gardiyan di dema jimartinê de, ji wan dixwazin ku rabin ser piyan. Ew li dijî vê yekê derdikevin. Gardiyan hewl didin wan bi zorê rakin ser piyan. Ew jî li ber xwe didin. Gardiyan li ser vê yekê wan bi kursiyên li ser rûniştî ve derdixin derveyî qawîşê. Di vê navberê de, bi awayekî fîzîkî dest li wan werdidin û vê rewşê di her jimartinê de dubare dikin. Di heman demê de gartiyan gefa 'Em ê bi rûmeta we bilîzin' li wan dixwin. Birayê min ew jî nerazîbûnê nîşanî gardiyanan didin û dibêjin, 'Em ê destûrê nedin ku kes bi rûmeta me bîlize. Em ê rûmeta xwe bi bihayê mirina xwe binpê nekin'."

Îlmîn dest nîşan kir ku birayê wê û hevalê wî yê pê re di 4’ê Hezîranê de cardin paş ve birine Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê.

WÊ DEST BI ROJIYA MIRINÊ BIKIN
 
Îlmîn, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan dewam dike jî bibîr xist û wiha axivî: "Birayê min û girtiyên din, agahî dan rêveberiya girtîgehê, ger ku binpêkirinên mafan bi dawî nebin û tecrîd dewam bike, ew ê dest bi rojiya mirinê bikin."

Gulçîn Îlmîn anî ziman ku di encama xemsariya rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê de 8 girtî bi şewbê ketine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde bûne. Weke malbat ji tiştên di girtîgehê de diqewimin ne rehet û bi fikarin. Ez banga hişyariyê li raya giştî dikim ku li dijî nêzîkatiyên neqanûnî yên li girtîgehan bi hestiyar tevbigerin."