Êşkence lê hate kirin û carekî din agahî jê nehate girtin

ÎHD’ê û Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehemt Salim Taşdemîr ê dema destgîrkirî êşkence lê hate kirin û 27 sal in agahî jê nayê girtin pirsîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 625’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” lidar xist û ji ber pandemiyê bi rêya vîdeoyê di hesabên medya dijîtal de hat parvekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Salîm Taşdemîr ê di kanûna 1994’an de li Edeneyê serê sibê diçû kar û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Derya Yildirim çîroka windakirina Taşdemîr xwend.

Yildirim diyar kir ku Taşdemîr di Kanûna 1994’an de serê sibê dema diçû kar hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. Yildirim anî ziman ku li gel hemû hewldanên malbatê jî heta niha negihîştine tu şopa Taşdemîr û sê meh piştî bûyerê kesek li malbatê digere dibêje Taşdemîr li Fermandariya Jendirmeyan a Mêrdînê dema destgîr kiribûn êşkence lê kiribû.

Yildirim destnîşan kir ku tevî ku malbatê serî li jendirmeyan daye jî nehatiye piştrastkirin ku Taşdemîr li wir tê ragirtin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin. Yildirim anî ziman ku ew ê li aqûbeta Taşdemîr û windayan hemû bipirsin û wê lêgerîna xwe ya edaletê jî bênavber bidomînin.