Êrîşên nijadperest li Qoserê hate şermezarkirin
Li Qosera Mêrdînê êrîşên nijadperest ên li ser karkerên Kurd ji aliyê komek ciwanan ve hate protestokirin.
Li Qosera Mêrdînê êrîşên nijadperest ên li ser karkerên Kurd ji aliyê komek ciwanan ve hate protestokirin.
Li Taxa Sirtê ya Ortakoya Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd hatibû kirin.
Li Qosera Mêrdînê jî komek ciwanan ji bo ku nerazîbûnê nîşanî êrîşan bidin, bi sloganan li nava kolanan meşiyan. Ciwanan sloganên ‘Bêdeng nemîne, wê dor were ser te’ û ‘Wê Qoser bibe gora faşîzmê’ berz kirin. Bi korne û pîspîskan piştgirî dan ciwanên çalakger.