Êrîş birin ser gora Nûçegihanê Ozgur Gundem Akdemir

Wêneyê li ser kêla gora Nûçegihanên Ozgur Gundem Hafiz Akdemîr ê hatibû qetilkirin.

Malbata Akdemîr, nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin, li ser gora wî ya Sîsê bibîr anîn.

Malbata ku ji Amedê çûn Sîsê û Hafiz Akdemîr li ser gora wî bibîr anin dîtin ku kêlên gorê hatine rûxandin û wêneyê Hafiz ê li ser gorê hatiye jêkirin. Malbatê bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev şerma mirovahiyê ye. Hûn çi ji gora kesê jiyana xwe ji dest daye dixwazin. Şikandina gorê sûcê mirovahiyê ye."

Gora Hafiz Akdemîr 28 salin li Goristana Sîsê ye. Nehat zanîn ku kê û kengî gora Hafiz hilweşandine.