Ên li Xelfetiyê behsa êşkenceyê kirin

10 kesên ku li Xelfetiyê hatin destgîrkirin hatin berdan. Ên ku îfade dan behsa êşkenceyê kirin.

10 kesên din jî ku li Xelfetî ya Rihayê hatin destgîrkriin birin Edliyeya Rihayê. Abdullah Buga, Abdurrahman Çîftçî, Ahmet Yildirim, Alî Zencîrkiran, Kenan Yildirim, Mehmet Kaçar, Mehmet Hayrî Çîftçî, Musta Çîftçî, Muslum Yildirim û Sînan Yildirim ku bi îdîaya ''alîkarî dane rêxistinê'' îfade dane dozgeriyê, bi daxwaza 'şertê kontrola edlî'' birin Dadgeriya Silh û Cezayê.
 
BEHSA ÊŞKENCÊ KIR; FELEQA, GIRÊDAN Û PEHÎN

Hemû kesên ku îfade dane dadger daxwaza ''kontrola edlî'' red kirin, xwestin ku werin berdan, Mehmet Hayrî Çîftçî û Mustafa Çîçftçî êşkenceya ku li wan hatî kirin vegotin, ji bo raporê xwestin ku wan bişînin Saziya Tiba Edlî.

Çîftçî di îfadeya xwe got li jandarma êşkence lê kirine, pêlê kirine, li ser laşê wî şûna jopan heye, bi jopan li tilî û piyên wî dane, av pê de rijandin û kirine felaqeyê. Çîftçî her wiha got li emniyetê jî çavê wî girtine, li 2 qatan jorê elektrîk dane organê wî yê cinsî, dest û piyê wî girêdane û lêdane. Çîftçî got ew ê gilihê têkildaran bike û daxwaza kontrola edlî nexwest.
 
Li tomarên dadgehê jî wiha hate gotin: ''Bi çavdêriya dadgehê hate dîtin ku li ser milê rastê yê gumanbar deqeke bi 10 cm yî şîn û reş bûye.''

Parêzera Hayrî Çîftçî got di dosyayê de delîleke madî tine, xwest ku daxwaza kontrola edlî were redkirin û rapora tiba edlî bistîne.
 
Mustafa Çîftçî jî got dema destgîrkirî êşkence lê hatiye kirin, ser çavê wî girêdane, nizane bê ka bi elektrîkê an bi dest lêdane lê navrana wî diêşiya.  Çîftçî diyar kir li jandarma bi pehînan pê ketine, guhê wî diare û got ew ê gilih bike. Çîftçî daxwaza kontrola edlî red kir.
 
 
BIRYAR

Dadgehê biryar da ku Kenan, Muslum, Sînan û Ahmet Yildirim û Mehmet Hayrî Çîftçî heftiyê rojekê îmze bidin, bi şertê kontrola edlî werin berdan, ji bo Abdullah Boga, Abdurrahman Çîftçî, Mehmet Kaçar, Mustafa Çîftçî û Alî Zincîrkirin jî hewceyî bi kontrola edlî tine, derketina wan li derveyî welêt qedexe kir.

KESEK HATIBÛ GIRTIN

Di bûyerên Xelfetî de ji kesên ku hatibûn destgîrkriin 10 kes duh biribûn dadgehê, 9 jê hatibûn berdan, Abdullah Çîftçî jî parvekirinên wî yên ser medyaya sosyal hincet nîşan dabûn û bi îdîaya  ''propagandaya rêxistinê' kiriye, girtibûn.

Ên ku hatine destgîrkirin bi komên 10 kesî dibin dadgehê.