Êdî hûn nikarin me bisekinînin!

Gerîlayê Cenga Heftanînê bêyî ku ken li ser rû kêm bibe şer dike. Li pey ev du hevok dimînin ji Armanc Kerboran: ''Çil milyon guleyên we ji me li devê lûleyê jî bin...Êdî hûn nikarin me bisekinînin!''

Çiye ew hêza ku wan dide şerkirin? Qudreta vê hêzê çiye? Ev hêza ku wiha wan dike xwedî vîn, bi azawerî ber bi azadiyê ve dide bezandin, bi hêrs dike ku li dijmin bidin? Çawa diwêrin li ber mirinê rabin ku li cîhanê gelek kes ji ditirse? Ev çûyin, çalakiya kuştina mirinê ye, an yek ji deriyê êşê ya çûna ber bi jiyana azad ve? Heke wiha jî be deriyê herî xweş ê êşê divê ev derî be ji bo gerîla. Gerîla bi rê ketin û kesek nikare wan bide sekinandin. Ketine rêyeke wiha ku pê dizanin jê veger nîne, pê dizanin ku divê di nîvê rê de nehêlin, rê zor û zehmet e. Û hi hêzek e ku bide vegerandin nîne.

Ev rê diçe Imraliyê. Diçe welatê azad ku bi salan bêrî lê kiriye, hesret maye ku hembêz bike.  Diçe xisletê azad ê di xeyalê de, bi xewnerojkên xwe xxwedî kiriye. Û gerîla bi rê dikeve. Di destan de çek, li newqê rext, li piştan çenteyê xwe, li ser milan av û nan, di piyan de meqab, li ser rû ken, li ser zimanan dirûşma, ''Bijî Serok Apo'' ya ku emanetî ezman hatî kirin,  hevalê rê yê ku hevrêyê rêya xwe ye, li pêş rêyeke zor û çetîn, li gel çeqlên daran ku wan diparêzin û pelên şîn, ax û latên ku gavên wî didin lezandin. Di bêrîka wan de beşşîna Zanayê ku di ber de şer dikin, li pişta wan qewîtiya hevrêyê wan ku berê ji dest dabûn, emenaetên wan, di dilê wan de hevkariya eşq û hezkirinê û dostaniya wan yên jin û mêrên ku ji wan hez dikin, di mêjî de ji bilî serfiraziyê her tişt hatiye naletkirin.

Dizanin ku divê şer bikin, iji bo rêyên ku xwe li paş biparêzin, ji bo axa xwe ku xwîna xwe li ser dirêjinin biparêzin, ji bo ku dagirker dest nadin bîranînên wan ên li çiyan, ji bo bi bîranîna bi sedan  hevrêyên gerîla yên li bin erdê veşartî şer dikin. Ji ber ku pê dizanin ku şer dikin. Bêyî ku li ser rû ken kêm bibe şer dike gerîlayê Cenga Heftanînê. Li pey, di kefa destê min de ev du hevalên gerîla Armanc Kerboran dimînin: ''Çil milyon guleyê wan li devê lûleyê li benda me jî bin..Êdî hûn nikarin me bisekinînin!''

BILA ENERJIYA RONÎ Û BAWERIYÊ LI SER GERÎLA BE

Li çiyayên bedew ên Kurdistanê, hemû strî di piyê wan leşkeran re diçin ku li Heftanînê ya heftreng pê li sirûşta bedew dikin .Bila striyên wan darên çam di serê tiliyê wan re biçin û xwînî bikin goştê neynûkê wan. Ew çîmanên ku destê gerîla miz didin, bila çermê leşkerên dijmin weke kêrê bibirin da ku dest nedin bedena gerîla û hevrêyên wan ên ku ketin ser axê. Bila  dagirkerî bikeve erdê û careke dî nikaribe bimeşe li Kurdistan berz û bêkes. Bila bikeve û raneve ser piyan, biqede ev hovîtî.

Bila bager wan ker bikin û nebihîsin dengê gerîla û hevrêyên wan. Bila di wan rêyan de ku li gerîla digerin winda bibin û careke dî bi ser rêya xwe ve nebin! Bila di agirê moralê gerîla de biqijilin û xweliya wan a ku belav bûyî  ji dewletê re bibe êş, ku bêyî dilê wê bi wan bişewite dişîne vir. Bila dilê wan bibe xwedî, bişla nekevin er niklên eyloyên ku li çiyayan bi azadî dijîn, nebin diyarên din dilê ku bûyî xwelî yên dagirkeriyê. Bila li pêş wan be di her hilmê de gir, gelî, berpal yanî çiyayên ku gerîla ji wan derbas dibe. Bila enerjiya ronî û baweriyê tim li ser gerîla be, bila hemû rêyan li wan û hevrêyên wan veke.

Hêza xef a li gerdûnê ku bawer dikim ku em afirandine, ku bawer dikim her cihê li rojhilat, rojava, başûr û bakur her deverê hemzê dike, navê xwe Xwedê be, Xwedavend be her çi be, li Heftanînê biparêze gerîla ku di ber azadiyê de şer dike. Bila biparêze da ku zêdetir mirovahî li di cîhanê bigere.