Êdî bombeyan li gundên Başûr dibarînin

Hecî Remezan Mahmût diyar kir ku ew her roj bi dengê bomberdûmanê dijîn û got, "Nêzî 30 sal in ku dibêjin wan PKK qedandine. Ji ber ku nekarîn PKK'ê biqedînin êrîşî me dikin. Berê bombe li çiyê dibarandin, niha li gundan dibarînin."

Hecî Remezan Mahmût ku gundê wan ê li Başûrê Kurdistanê ji ber ku ji aliyê rejîma Baas a wê demê ve hate şewitandin li gundekî din dimîne. Mahmût anî ziman ku niha jî dewleta Tirk bi bahaneya PKK'ê êrîşî gundê wan dike.

Hecî Remezan Mahmût diyar kir ku ji bo li dijî dijmin şer bikin û xwe biparêzin ew bûne pêşmerge û got, "Em naxwazin li dijî xwişk û birayên xwe şer bikin. Birayê min pêşmerge ye, birayê yekî din jî gerîla ye. Niha wê çawa şer bikin, wê çawa hev bikujin? Tirk jî vê dixwazin. Gundiyên me sor dikin. Me berê ji wan gelek tişt kişandin. Aqlê me hate serê me, me gelek tecrûbe jê wergirtin û gelek êş kişandin."

Hecî Remezan Mahmût anî ziman ku dewleta Tirk zêdeyî 30 sal in bombeyan li çiyayan dibarîne, ew her roj bi dengê bomberdûmanê dijîn û got, "Zêdeyî 30 sal in dibêjin ku PKK qedandine, li ku qediya ye, kî qedandine? PKK roj bi roj mezin dibe, xurt dibe. Ji ber ku nekarîn PKK'ê biqedînin êrîşî me dikin. Beriya niha bombe li çiyayan dibarandin, niha jî bombeyan li gundan dibarînin. PKK'ê kir ku gel rastiyan bibîne. Li Şengalê, li Kobanê her kesî ev yek dît. Eger ne ji PKK'ê bûya wê Şengal çawa bihata paqijkirin? Eger ne ji PKK'ê bûya wê Kobanê nehatibûya rizgarkirin. Haya gelê Başûr ji vê heye. Wan yekîtiya Kurdan afirandin."

'SERKETIN BI YEKÎTIYA KURDAN DIBE'

Pêşmergeyekî 25 salan ê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, "Di sala 1997'an de me li dijî PKK'ê şer kir. Çi ket destê me? Tiştek ji vî şerî neket destê me. Me li dijî YNK'ê şer kir, li dijî PKK'ê şer kir. Tiştek nebû, em bi ser neketin. Kurd bi hev ketin û ji hev kuştin. Pirsgirêk çareser nebû. Me Şengal hîn ji bîr nekirine. Me dest ji Şengalê berdan. Gerîla hat, me bi hev re şer kir. Kurd bûn yek. Piştî ku Kurd bûn yek bi ser ketin. Pêşmergeyan ev ji bîr nekirine lê nikarin tiştekî bikin. Nikarin ji qenaleke televîzyonê re, nikarin ji radyoyekê, nikarin ji rojnameyekê re biaxivin. Pêşmergeyên ku rastiyê dibêjin ji kar dûr dixînin, heqdestê wan jê werdigirin û digirin. Mîna Tirkiyeyê li me hatiye. Lê belê yekîtî wê Kurdan rizgar bike. Em ê nebin kujerê hev. Divê Kurd êdî xiyanetê nekin."