Çiyayê Omeriyan tê şewitandin: Vê carê em naçin

Li navçeya Nisêbînê di operasyonên leşkerî de daristan tên şewitandin. Leşker bi şewata daristanan dixwazin wekî salên 90’î dîsa gel ji cih û warên wan koçber bike. Welatî jî dibêjin, ew ê vê carê ji warê xwe neçin. 

Li bejahiya navçeya Nisêbînê di operasyonên leşkerî de daristan tên şewitandin. Leşkerên ku derdikevin operasyonê û daristanan dişewitînin, zorê li welatiyan dikin ku cih û warên xwe vala bikin û koç bikin. Welatî jî li dijî operasyonan û koçkirinê di ber xwe didin û diyar dikin ku ew ji warên xwe koç nakin. Li gundê Cali yê navçeya Nisêbînê jî di salên 90’an de gund ji ber zext û zora leşker û cerdevanan vala bûbû. Welatiyên gund vala kirin 10 sal şûnde dîsa vegeriyan gundê xwe. Ji welatiyên gundê Cali Hanim Akbudak, diyar kir ku piştî ew vegeriyan gundê xwe leşkeran dîsa daristanên wan şewitand û wiha got: "Leşker bi şewata daristanê dixwazin em dîsa ji cih û warên xwe koç bikin. Lê vê carê çi bibe bila bibe em gundê xwe vala nekin û terk nakin." 

'EM NAHÊLIN HEMAN QEDER BÊ SERÊ ME'

Akbudak diyar kir ku dîroka Kurdistanê bi mirovên cih û warên wan hatiye xerakirin û wêrankirin tije ye û wiah got: "Di salên 90’an de bi deh hezaran welatiyên rastî zilm û zextên dewletê hatin neçar man ji warên xwe koç bikin. Kesên nebûn cerdevan xanî û gundên wan hatin şewitandin. Bi deh hezaran welatiyên teslîm nebûn û nebûn cerdevan hatin sirgûnkirin û koçberkirin. Piştî dehan salan li gundê xwe vegeriyan. Welatiyên gundên herêma Omeriyan jî piştî li warên xwe vegeriyan, gund û xaniyên xwe yên hatibûn xerakirin û wêrankirin ji nûve ava kirin û ruh dan gundê xwe. Gundê Cali jî piştî 10 salan vala ma em dîsa vegeriyan. Niha leşker dîsa çiyayên Operiyan dişewitîne. Daristanan dişewitîne. Gundî hefteyek in li dijî şewata daristanê di ber xwe didin. Gundî ji bo dîsa heman qederê nejîn çi ji destê wan tê dikin û di ber xwe didin."  

DI 10 SALAN DE 4 BAJAR GUHERTIN

Hanim Akbudak diyar kir ku wê di nava 10 salan de 4 bajar guhert û wiha got: "Me di sala 90’an de ji ber zilma cerdevan û leşkeran ji vî gundî koç kir. Wê demê cerdevanan hemû zeviyên me şewitandin. Niha jî leşker zevî, dahl, rez û daristanên me dişewitîne. Ez di 10 salan de çûm Mêrsîn, Îzmir, Edene û dîsa hatim Mêrdîn. Piştî ez dîsa hatim axa xwe û min warê xwe ava kir vê carê ez dîsa koç nakim. Dema ez hatim vir her tişt wêran bûbû. Av û ceyran tune bû. Me hezar zor û zahmetî dît. Me bi kedek mezin ji nûve ruh û jiyan dan van çiyayên Omeriyan. Polîtîkayên salên 90'an niha bi rengekî cuda li ser me tê ferz kirin, lê em dê di bir xwe bidin û em dîsa cih û warên xwe terk nakin."