Çiya Kurd: Tirkiye gefeke li ser herêmê û cîhanê

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Tirkiye plana êrişên nû yên dagirkeriyê dike û got, "Li ser tevahiya herêmê û cîhanê bûye gefek li dijî ewlehî û aramiyê."

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî êrişkariya Tirkiyeyê ya li ser herêmê, dorpêçiya PDK'ê ya li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û nêzîkatiyên rêveberiya Şamê ji ANF'ê re axivî.

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser liv û tevgera pêşmergeyên PDK'ê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, çêkirina qereqolan û diyar kir ku di heman demê de Tirkiye li ser sînorê Dirbesiyê xendekan dikole. Çiya Kurd destnîşan kir ku ev rewş piştî serdana Serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Enqereyê dest pê kir.

Çiya Kurd got, "Ev serdan ji nişka ve û di demeke neguncav de pêk hat. Bû sedema gelek gumanan. Di demekê de ku Tirkiye êrişêke giran dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Başûrê Kurdistanê gelek sivîl qetil kir û gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dixwe, ev serdan pêk hat. Her wiha di demeke welê de pêk hat ku li herêma me hevdîtinên li ser tifaqa Kurd tên kirin.

Her kes pirsa 'Gelo ev serdan çima di demeke wiha de hate kirin û encamên wê çi ne?' dike. Mevlut Çavûşoglû got, 'Di têkoşîna hevpar a dijî PKK'ê de me bi Nêçirvan Barzanî re li hev kir'. Lê belê deng ji PDK'ê derneket. Gelê Başûr, partiyan û Bexdayê bi xwe nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û PKK'ê dan, lê belê deng ji PDK'ê derneket. Berevajî, hewl da êirşên dewleta Tirk rewa bike û got, 'Ji ber ku PKK li vir e şer diqewime'.

Ev siyaset û helwest xizmetê ji gelê Kurdistanê û berjewendiyên aliyên Kurd re nake. Nepêkane ku ev helwesta PDK'ê ya ku piştgiriyê dide siyaseta dewleta Tirk a qirker û êrişan û dagirkeriyê rewa dike, bê qebûlkirin. Dibe ku hin berjewendî û hevkariyên PDK'ê bi Tirkiyeyê re hebin, lê belê bi fedakirina berjewendiyên gelê Kurd û berjewendiyên neteweyî yên Kurd ev yek nabe. Divê berjewendiyên gelê Kurd bên parastin."

Çiya Kurd bi dewamî got, "Divê PDK helwesta xwe tavilê diyar bike. Divê liv û tevgea dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û liv û tevgera wan bi xwe ya li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê rave bike. Di vê der barê de divê daxuyaniyekê bide raya giştî ya Kurdistanê.

Em hêvîdar in ku li dijî berjewendiyên gelê me, ti aliyekî Kurd wê êrişê neke, wê di vê mijarê de bi dijminên Kurdan re hevkariyê neke."

TIRKIYE LI SER HERÊMÊN ME TIMÎ GEF E

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku her kes zane gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin û got, "Siyaseta êriş, gefxwarin û înkarê ya dewleta Tirk a li dijî gelê me mîna her carê dewam dike. Heta ku ev zîhniyet neguhere wê efên li ser gelê me jî bidomin. Gelê me li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi siyaseta qirkirinê re rû bi rû ye. Niha êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojevê de ye. Her wiha navê hin herêman tê bilêvkirin.

Di vê mijarê de em dixwazin vê bêjin: Divê em her tim hesabê gef û êrişên dewleta Tirk bikin. Ji ber ku bi dewleta Tirk re ti lihevkirin û tifaqa me nîne. Kengî firsend dît û zemîn amade be wê êriş bike. Ji ber ku armanca xwe tuenkirina destketiyên me ye, qirkirina gelê me ye. Desthilatdariya xwe bi vî rengî diparêzin. Weke ku gelê me zane, dijminekî hov e û divê em li pêşberî êrişên nû amade bin."

HEVDÎTINÊN NAVBERA PYNK Û ENKS'Ê

Li ser hevdîtinên navbera ENKS û PYNK'ê jî Bedran Çiya Kurd got, "Diyalog gihÎştiye astekê. Tevî zor û zehmetiyan jî gelek gav hatin avêtin. Di asta giştî de ji bo avakirina Desteya Bilind a Kurd li hev hate kirin. Rojên bê wê were ragihandin. Hin mijar hatin nirxandin, yek ji wan jî şêweyê tevlîbûna ENKS'ê li rêveberiyê ye. Her wiha gelek mijarên din jî hene ku divê werin nirxandin. Komîteyek ku di bin sîwana desteyê de bê avakirin wê van mijaran bi rêveberiya xweser re nîqaş bike."

Têkildarî tevlîbûna ENKS'ê li rêveberiyê jî Çiya Kurd got, "Bi navê rêveberiyê em vê dibêjin. Ji aliyê rêbaz û pîvanî ve tevlîbûna bi rêya hilbijartinê ya herî rast e. Di vê lihevkirinê de divê dema hilbijartinê diyar bibe û her kes xwe li gorî hilbijartinê amade bike. Maf û rêbaza demokratîk ew e ku her kes tevlî hilbijartinê bibe û li gorî encamê bi dest xistiye beşdarî rêveberiyê bibe. Lê em vê jî bêjin. Ji bo xurtkirina vê diyalog û karê nava Kurdan, ji bo serxistina vî karî beriya hilbijartinê jî hin mijar dikarin bên nîqaşkirin."

JI ŞAM Û TIRKIYEYÊ LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER YEK HELWEST, YEK SIYASET

Bedran Çiya Kurd li ser nêzîkatiya hikumeta Sûriyeyê ya li rêveberiya xweser got, "Nêzîkatiya niha ya rejîmê li pêvajoya çareseriya siyasî, bi taybetî jî li rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî nebaş e."

Çiya Kurd wiha dewam kir: "Divê rejîm bibîne ku kî gefê li yekparebûna xaka Sûriyeyê dixwe, kî Sûriyeyê parçe dike. Eger li şûna bilêvkirina vê yekê radibe rêveberiya xweser û QSD'ê sûcdar dike, ev yek tê wê wateyê ku rêveberiya xweser û QSD'ê dike hedefa Tirkiyeyê Û çeteyan. Yanî rê li ber dagirkeriya qadên nû ji bo Tirkiyeyê vedike. "

Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Sûriyeyê bi zîhniyeta heyî, bi sazîbûna xwe ya heyî nepêkane ku li herêmên rêveberiya xweser vegere û herêmê birêve bibe. Çiya Kurd got, "Gelê herêmê vê qebûl nake, helwestek heye. Beriya çend rojan li Reqayê 2 mirov ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin. Gelê herêmê êriş bir ser nuqteya rejîmê. Ji ber ku fêhm dikin, li pişt van bûyeran rejîm heye. Êdî her tişt eşkere bûye. Gotinên Welîd Mûalim ku radibe dibêje 'QSD, rêveberiya xweser, Kurdan bi vî rengî kiriye' bêkêr in, encamê nagirin.

Her wiha dibêjin, 'Rêveberiya xweser, QSD petrola me didize'. Gelo DAÎŞ'ê petrol ji we nestend? We çima neparast, yan jî ji bo rizgarkirina ji DAÎŞ'ê we çima hewl nedan? Me herêmên petrolê yên li herêma me ye rizgar kir û di vê oxirê de şehîd dan. Hatineya ji petrolê jî îro ji bo xizmeta tevahiya herêmê tê bikaranîn. Gelo rejîma Sûriyeyê heta niha xizmet li herêmê kiriye? Îro tenê rêveberiya xweser xizmetê ji herêmê re dike, vê jî bi hatineyên ji petrolê dike. Gelo dema ku herêmên petrolê di destê DAÎŞ'ê de bûn û DAÎŞ'ê petrol difirot Tirkiyeyê, we çima nedigotin 'DAÎŞ petrola me didize?'

Ev yek nîşan dide ku di navbera rejîma Baasê û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê de hevkarî heye. Planeke veşartî heye. Li dijî herêmên rêveberiya xweseriya demokratîk heman siyaset û helwestê nîşan didin. Bi vî rengî dixwazin herêma me bixin nava kaosê, gelê me li dijî hev rakin."

Çiya Kurd destnîşan kir ku haya gel ji vê propagandaya reşkirinê heye û gel bi rêveberiya xweser, bi QSD'ê re ye.