Çîmen ê ku li Dersimê wesayîta zirxî lê qelibî, rewşa wî giran e

Hasan Huseyîn Çîmen ê ku li Dersimê wesayîta zirxî ya leşkeran lê qelibîbû, rewşa wî giran e.

Duh li ser xaçerêka Karayollari wesayîta zirxî ya leşkeran li Hasan Huseyîn Çîmen (60) qelibî. Piştî ku Çîmen birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê, ji ber rewşa wî ew rakirin Nexweşxaneya Medîcal Park a Xarpêtê. Çîmen a niha di servîsa nexweşiyên giran de ye.

‘HER DERÊN WÎ HATINE ŞIKESTIN’

Xizmê Çîmen, Hakan Karademîr diyar kir ku wan nekariye Çîmen bibînin û bijîşkan jî agahiyên zelal nedane. Kocademîr got, “Ji bo ku nexweşên di servîsa beşa giran de, mirov ne dikare bibêje baş e û ne jî dikare bibêje ne baş e. Tenê em dizanin her derên wî hatine şikestin. Ev jî kesên ku ew rakiribûn nexweşxaneyê, ev tişt ji me re gotin.”