Çi bi hestiyên li binê qereqolê hat?

Eşkere bû ku 75 hestiyên ji binê qereqola li navçeya Bismilê ya Amedê hatin dîtin, li goristana Akpinar a li navenda navçeyê bi rengekî komî hatine veşartin.

Bi nûçeyeke ANF'ê ya meha derbasbûyî re eşkere bûbû ku li binê qereqolê gora komî heye.

Li qereqola polîsan a li navçeya Bismilê ya Amedê, dema ku bi kepçeyan karê hilweşandinê dihate kirin, hestiyên mirovan hatibûn dîtin.

Li ser vê yekê karê hilweşandinê hatibû rawestandin û beton li qadê hatibû rijandin.

Li gorî agahiyan, karkerên ku karê hilweşandinê dikirin, hestiyên mirovan ên dîtin radestî Midûriyeta Bexçeyên Parkan a Şaredariyê kirin.

Aqûbeta hestiyên hatin radestkirin, hînê nedihate zanîn.

Hin kes li qeyûmê li Bismilê geriyan û jê pirsîn bê çi bi hestiyan hatiye, lê belê ti agahî nehate dayin.

Şahidekî ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku Midûriyeta Bexçeyên Parkan a Şaredariyê hestî di hundirê kartonekê de radestî meleyê şaredariyê kir û mele jî hestî bi rengekî veşartî li cihekî binax kir.

Şahid dibêjin, hestiyên hatine dîtin dibe ku yên wan mirovan bin ku di salên 1990'î de bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin qetilkirin.

Hestî par radestî Midûriyeta Bexçeyên Parkan a Şaredariya Bismilê hatibû kirin.

Li gorî agahiyan, piştî ku Midûriyeta Bexçeyên Parkan rewş ji Dozgeriya Komarê ya Bismilê re ragihand, bi biryara dozgeriyê ji meleyê şaredariyê re li gel polîsan fermaneke nivîskî hate şandin.

Hate ragihandin ku 75 hestî li hundirê sindoqekê hatin bicihkirin, radestî mele hate kirin û bi vî rengî li Goristana Akpinarê bi rengekî komî hatin veşartin.

Lê belê hînê nayê zanîn bê hestî yên çend kesan e. Di nivîsê de ya ji mele re hate şandin, tenê qala 75 parçeyên hestiyan tê kirin.

Wêneyên li ser gora komî giştî ANF'ê. Di wêneyan de tê dîtin ku kêlek bê xwedî û kevirên li ser gor hene.