Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundeke yê Germiyanê kir

Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundeke yê Germiyanê kir. Piştî êrîşa ku kesek birîndar bû şûnde, şerê di navbera Çeteyên DAÎŞ’ê, pêşmerge û gundiyan de derket dewam dike.

Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê dewam dike. Êrîşên li ser Ambar, Mûsil, Tikrî, Kerkûk û Germiyan a Başûrê Kurdistan, dîsa gund, navçe û bajarên dikevin çaroveya madeya 140’an ev demeke dewam dikin.

Çete îşev êrîşî gundê Kala ya dikeve herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê. Di êrîşê de kesê bi navê Muhemed Abdullah birîndar bû. Li ser bersivdayîna gundî û pêşmergeyên li deverê şerê derketî dewam dike.