Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, piştî kku cenazeyê Taner Agar hate veşartin, polîs û leşkerên Tirk avêtin ser qada sersaxiyê û êşkence li mirovên hatin sersaxiya malbata Agar kirin.
Taner Agar rojek piştî hate kuştin li gundê Kurdka yê navçeya Qereyaziyê nîvê şevê hatibû veşartin. Rojek piştî veşartina cenaze, jenderme û çeteyên tevgera taybet ên dewleta Tirk dor li gund girtin, nehiştin konê sersaxiyê bê vedan û li mirovên hatin sersaxiyê xistin.
Kekê Taner Agar Sevdîn Agar û xizmên wan jî bû hedefa êşkence û şîdeta jenderme û çeteyên dewleta Tirk.
Tê gotin, çeteyên AKP'ê nasnameya mirovên hatin sersaxiyê kontrol kirin û piştre heqaret û şîdet li wan kirin.
Çeteyên AKP'ê duh jî avêtin ser gundê Kurdka û gef li mirovan xwarin. Li gorî agahiyan, xetên ragihandinê yên li gund ji aliyê çeteyan ve hatine birîn.