Hêzên dewleta Tirk li Qereyaziyê malek şewitandin
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk li Qereyaziyê avêtin ser malan û xaniyek şewitandin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk li Qereyaziyê avêtin ser malan û xaniyek şewitandin.
Li navçeya Qereyazî ya Erzîromê, hêzên dewleta Tirk bi wesayitên zirxî avêtin ser malên li taxa Reşa Sebrî. Di dema vê operasyona qirkirina siyasî de li xaniyekî vala şer qewimî û li gorî agahiyan, hêzên Tirk agir berdan xanî.
Dorpêçî û şerê li taxê dewam dike. Destûr nayê dayin ku welatî ji malên xwe derkevin. Tê gotin, der barê gelek welatiyên taxê de biryara binçavkirinê heye.