Çelebî: Tirkiye hiqûqa xwe jî pêk naîne

Hiqûqnas Serdar Çelebî, bang li hikûmetê kir ku dev ji polîtîkayên tecrîdê ku Tirkiye dixe çiravê berde.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji komploya navneteweyî û heta anîna Tirkiye ya sala 1999’an heta 27’ê Tîrmeha 2011’an di demên cuda de li gel malbat û parêzerên xwe dikarî hevdîtinê bike, ji vê dîrokê û şûnde 8 salan parêzer nekarîn biçin Îmralî. Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li girtîgehê da destpêkirin û bi hezaran kes tevlî bû, hevdîtina yekem a bi Ocalan re 2’yê Gulana 2019’an, di nava salê de 22’yê Gulanê, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Hezîranê bi giştî 5 hevdîtin pêk hatin.

Piştî hevdîtina dawî û şûnde hemû serlêdanên malbatan bê bersiv man, yan jî bi hinceta cezayê disiplînê hatin redkirin. Li ser neagahîgirtina ji Îmralî û nerazîbûnên di raya giştî de zêde bûn birayê wî Mehemt Ocalan 25’ê Adara 2021’ê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo hevdîtina bi telefonê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike, vexwend edliyeyê. Lê hevdîtina pêk hat di kêliya 4’ê de qût bû.

Nerazîbûnên li ser pêkanînên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a bi daxwaza dawîbûna tecrîdê ya girtiyên li girtîgehan jî kete roja 184’an.

Parêzer Serdar Çelebî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a 27’ê Mijdarê li girtîgehan hatiye destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand.

Çelebî destnîşan kir ku tecrîd ji bo Tirkiye encamên giran bi xwe re anî û got: “Li Tirkiye bi başbûnê re hejmara mirinan jî kêm bûbû. Mafê heye ku hikûmxwarî bi malbat û parêzerên xwe re bicive. Pêkanînên hiqûqa taybet a ji bo kesî ne li gorî destûra bingehîn a heyî ye. Li holê pêkanîneke kêfî heye, ev vekirî li holê ye. Li mevzûatê de mafê her hikûmxariyekê hatiye nîşandan li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike. Niha ya tê kirin li dijî mevzûatê ye. Qûtkirina telefonê ji aliyê her kesê ve rê li ber fikaran vekir. Divê têkildarî vê raya giştî agahdar bike. Divê di nava her şert û mercê de mafê telefon û hevdîtina parêzaran bê naskirin.”

‘TECRÎD ÊŞKENCE YE NE LI GORÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’

Çelebî rapora CPT’ê ya ku diyarkiribû ku ev rewş nayê qebûlkirin dewlet agahdarkiribû bibîr xist û wiha domand: “Tesbîtên CPT’ê yên ev yek ne li gorî rûmeta mirovahiyê ye û dikeve warê êşkenceyê hene. Bi salan e dibêjin, binê wê xet dikin ku dibêjin divê dewlet li gorî hiqûqa xwe tev bigere. Necihanîna vê daxwazê her kesê diêşîne, bi vekirî dibêjin dewlet li gorî hiqûqa xwe tevger bike.  

‘DIXWAZIN DENGÊN WAN BÊN BIHÎSTIN’

Prz. Çelebî got: “Em parêzvanên mafê mirovan tim dibêjin, divê ji her tiştê ziyanê bide bedenê divê bê dûrxistin. Girtîgeh cihên herî zêde mafê lê tên binpêkirinin. Di mijara ev binpêkirin biçe ji derve de, pirsgirêkên derkevin, wê bibe sedem ku mirov serî li rêyên cuda bide. Daxwaza rakirina tecrîdê heye. dixwazin dengên wan ên têkildarî binpêkirinên mafan bên bihîstin. Dema em diçin girtîgehan bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin, bi hincetên basît cezayên disiplînê tên dayîn, mafê telefonê tên astengkirin, înfaz tên betalkirin. Li cihekî ewqas zext heyî, nedîtina çalakiyên wiha mirovan diêşîne. Tirkiye di vê mijarê de xwedî ezmûnên bi êşin. Di vê demê de ji bo pêşiya wê bê girtin, divê tavilê hinek gav bên avêtin.”