Çêkirina pirê ji HDP’ê re sûc e, ji qeyûm re serbest e!

Derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya bi hinceta ‘Ji bo endamên rêxistinê derbas bibin’ çêkirina pirê wekî sûc hatibû diyarkirin. A niha qeyyûm ji heman piran 6 heban çêdike!

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 17’ê Mijdara 2016’an de hatibû dagirkirin, waliyê Wanê yê wê demê Îbrahîm Taşyapan li ser şaredariyê bûbû qeyyûm û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya jî hatibû girtin. Yek ji sûcdariya li ser Kaya ev bû ku çima li Şaxa Wanê pir çêkiriye.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya di rûniştina doza xwe de gotibû, “Hikumet dema ku rê û piran çêdike, dibêje rêxistin destûrê nade, dema em çêdikin jî dibêjin we çima çêkir. Em çi bikin? Li ser piran binivîsin ‘Endamên rêxistinê nikarin derbas bibin’?”

DAXWAZA GEL BÛ

Li qada gundê Koruklu ya Şaxa Wanê ji ber daxwaza gel biryar hatibû stendin ku pir were çêkirin. Di mehên havînê de şêniyên herêmê diçûn vê qadê û şaredariya bajarê mezin a Wanê jî li vir pirek çêkiribû.

Piştî ku qeyyûm li ser şaredariyê hate wezîfedarkirin derbarê çêkirina pirê lêpirsîn li Bekîr Kaya hatibû destpêkirin.

Qeyyûmê Wanê M.Emîn Bîlmez jî niha ji heman piran 6 heban çêdike.  Îhaleya çêkirina rê û piran dane şîrketên nêzî AKP’ê. Li taxên Sirmali, Dokûzdam, Konalga, Narli, Sûgeldî yên 70 kîlometre dûrî Şaxê ne, ji bo çêkirina piran xebat hatine destpêkirin.