'Çek dizîn û firotin, cebilxane jî teqandin'

Li Hewelêrê di vê meha dawî de du caran cebilxaneya Zêrevanî teqiya. Tê gotin sedema wê ew e ku, çek ji hêla hin komên pêşmergeyan ve hatine dizîn û ji bo ku şopê ji ser winda bikin cebilxane hatiye teqandin.

Li Hewlêrê piştî ku di nav mehekê de du cebilxaneyên pêşmergeyan teqiyan pirsa ‘diziya çekan’ dîsa hate rojevê. Wezareta Karên Hundir a Başûrê Kurdistanê, piştî du teqînên li cebilxaneyên Zêrevanî, yên hêzên taybet ên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), yên ku di 5 û 26’ê Tebaxê de pêk hatî, derbarê teqînan lêkolîn da destpêkirin.

Diyar bû ku şandeya ku hatî avakirin li ser îxtîmale ku ‘teqîn ji ber sedema zêdebûna germahiyê ya li cebilxaneyê çêbûne’ û li ser ‘sabotajê’ disekine. Lê piştî ku gelek çekên pêşmergeyan li bazara çekan hatin dîtin bal çû ser îxtîmala ‘diziyê’.

Rojnameya bi navê Awêne ya ku li Başûrê Kurdistanê derdikeve got, şande li ser wê îxtîmalê disekine ku çekên di depoyên Zêrevanî de, ji hêla hin komên di nav vê hêzê de hatine dizîn û ji bo ku şopê ji ser xwe winda bikin ev xemla teqînê danê.

Beriya niha jî çapemeniyê behs kiribû ku çekên ku DYA, welatên Ewropa ji bo şerê dijî DAIŞ’ê ji pêşmerge re şandine li bazarê tê firotin.

Par, meha Çileyê çapemeniya Elmanya gotibû çekên ku ji bo şerê dijî DAIŞ’ê ji PDK’ê re hatine şandin li Hewlêr û Silêmanî li bazaran têne firotin.

Wezareta Berevaniyê ya Elmanyayê jî gotibû di babeta çekan de berpirsyarî ya Herêma Kurdistanê ye û gotibû, "derbarê çekên ku hatine şandin ti plansaziyeke şopandinê nehatiye kirin" lê ew ê li babetê vekolin.

Heman çekên Elman, 3’ê Adara 2017’an, dema ku komên çekdar ên bi ser PDK’ê ve ku li Şengalê êrîş bi ser Êzîdiyan de biribûn, di dest komên çekdar de hatibûn dîtin. Piştî ku sivîlên Êzîdî bi van çekan hatibûn kuştin hikûmeta Elman gotibû ew ê li van çekan bipirsin.

Di du teqînan de jî Zêrevanî li ser teqînan gotibû, "ji derve ti destwerdan nebûye, teqîn ji ber germahiya zêde çêbûye."