Çavdêrê siyasî: Sedema hemû alozî û êrîşan Tirkiye û PDK ye

Çavdêrê siyasî Newroz Fazil: Tirkiye bi PDK’ê li aliyekî dixwaze temamiya Başûrê Kurdistanê dagir bike, li aliyê din dixwaze hemû şoreşger û welatparêzên Kurd ên xwedî doza azadiyê li ku derê dibe bila bibe, wan qetil û tasfiye bike.

Her ku diçe alozî û krîzên siyasî yên li Başûrê Kurdistan û Iraqê kûrtir dibin. Li aliyekî êrîşên dagirkeriyê û li aliyê din jî qeyranên civakî yên li Başûr gihaye asta herî dawî.

Çavdêrê siyasî li Başûrê Kurdistanê Newroz Fazil têkildarî pêşketin û rewşa dawî ya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û encamên bi xwe re bîne, êrîşên li ser welatparêz û şoreşgeran ji ANF’ê re axivî.

‘TIRKIYE SEDEMA ESASÎ YÊ ALOZIYAN E’

Fazil ewilî qala rewşa siyasî ya aloz a li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Pirsgirêk û rewşa aloz a li Başûrê Kurdistanê ve ne girêdayî ye, rewşa heyî ji wê mezintir e ku sîstema sermayedar a cîhanê dayî avakirin. Dewleta Tirk destê xwe avêtiye herêmê û yek ji sedemê herî esasî yên aloziyan ên li herêmê Tirkiye ye.”

‘LI GEL BAŞÛR REWŞA IRAQÊ JÎ ALOZTIR E’

Çavdêrê siyasî Newroz Fazil bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û têkiliya wê ya bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê û ev nirxandin kir: “Rast e Kurdistan yek parçe û welat e, lê rastiyek heye Başûrê Kurdistanê bi fermî girêdayî Hikûmeta Iraqê ye. Di warê siyasî, aborî, çandî, leşkerî û hwd. bi ser bi Iraqê ye. Li gel kûrbûna aloziyên li Başûrê Kurdistanê ewqasî alozî û rewşa Iraqê jî xirab e. Bandora Tirkiye û Îranê pir li ser Iraqê heye û destê wan li nava Iraqê ye. Rasterast destkarî nava siyaset û rewşa navxwe ya hikûmet û rêveberiya Iraqê dike.”

‘BÛNE PARÇEYEKÎ DAGIRKERAN’

Fazil diyar kir ku gelek rayedar û rêveberên partiyên Başûr û Iraqê cih li gel dagirkerên Kurdistan û Iraqê girtine. Fazil destnîşan kir ku ev siyaseta niha ji aliyê van kesên wiha ve tên kirin, bandoreke mezin li ser Herêma Kurdistan û beşek mezin a siyaseta Başûr cihê xwe li gel van dagirkerên Kurdistanê girtine.”

‘TIRKIYE PDK’Ê JI BO DAGIRKIRIN Û QETILKIRINA ŞOREŞGER Û WELATPARÊZAN BI KAR TÎNE’

Çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê bal kişand ser siyaset û planên dagirkeriya Tirkiye ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser Kurdan û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk xwedî planeke pir xeter e ya li ser Başûrê Kurdistanê. Dixwaze desthilat û hikûmraniya Osmanî li ser herêmê û gelê herêmê bide sepandin. Ji bo vê jî bi ser bixe, plan û projeyek mezin daniye ber xwe û amadekariyên wê jî salên dirêj e dike. Li nava Herêma Kurdistanê hêza kirêkirî PDK’ê bi kar tîne. Tirkiye PDK’ê ji bo dagirkirina Kurdistan û qetilkirin, girtina şoreşger û welatparêzên Kurd bi kar tîne.

‘HEVKARIYA PDK A JI BO TIRKIYE XIYANET E’

Dewleta Tirk bi propaganda û şerê taybet PKK’ê dike hincet û êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, lê rastî wisa nîne; dixwaze temamê Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tirkiye dixwaze dewlemendiyên ser erd û binerd ên herêmê talan bike, dixwaze xwezaya bedew a Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jî bike, sûdê ji hêzeke weke PDK’ê ya noker digire. Hevkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiye xiyanet e.”

‘HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE KIR KU IRAQ DEST DEYNE SER NEFTA BAŞÛR’

Fazil qala têkiliyên Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji ber hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiye jî kir û got: “Zext û têkiliya Tirkiye ya li ser Herêma Kurdistanê wisa kiriye ku têkiliyên herêmê li gel Iraqê xirab bibin. Têkiliya neft û petrolê ya PDK’ê ya 50 salî ya li gel Tirkiyeyê wisa kir ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê dest deyne ser nefta herêma Kurdistanê.”

Çavdêrê siyasî Newroz Fazil diyar kir ku PDK’ê bi vê nêzîkatiya xwe ti rûmeta Hikûmeta Herêma Kurdistan, Parlementoya Başûrê Kurdistanê nehêlaye û wiha domand: “PDK bi vê hevkariya xwe ya li gel Tirkiye û hikûmraniya xwe ya li herêmê, dixwaze rûmet û kerameta sazî û dezgehên herêmê zefî bike û heta tine bike, bixe bin xizmeta xwe û dîsa dewleta Tirk. Her wextê bi temamî ev yek pêk hat, wê Başûrê Kurdistanê bi temamî bikeve destê dewleta Tirk a dagirker.”

‘ÊRÎŞÊN TERORÎ ZÊDETIR BÛNE’

Di rojên dawî de li Silêmaniyê welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî ji aliyê PDK’ê û MÎT’a Tirk ve li ber xwaringeha xwe hate qetilkirin. Li ser vê mijarê jî Fazil nêrîna xwe parve kir û got: “Di demê dawî de li Başûrê Kurdistanê êrîşên wiha terorî zêdetir bûne. Dîroka êrîşên terorî li Başûrê Kurdistanê dûr û dirêj e. Bi hezaran kesên siyasî, şorşger li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker û hêzên xiyanetkar ve hatine qetilkirin.

‘NOKER Û HEVKAR KARÊ TERORÊ DIKIN’

Qetilkirina welatparêzên Kurd kareke herî bêexlaqî ye. Bi van êrîşan dixwazin rêxistinên welatparêz û û derdorparêz a PKK’ê tesfiye bike. Tirkiye ji bo tesfiyekirina PKK’ê bi rêya nokerên xwe welatparêz û şoreşgerên Kurd li Başûrê Kurdistan ê qetil dike.”

Herî dawî Çavdêrê siyasî Newroz Fazil bang li gelê Kurd û her kesê kir ku bizane hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ketine bin xizmeta dagirkeran. Fazil got: “Xelkê Başûrê Kurdistanê ne li gel vê yekê ne, ne li gel siyaseta hêzên Başûrê Kurdistanê ku bi van kiryaran radibin. Bi van êrîşan Başûrê Kurdistanê dikeve xeteriyê.”