Çar navendên başûr bi wêneyên Ocalan hatin xemilandin

Gencanî Welatparêz û Jinên Gencî Tekoşer li bajarên Silêmanî, navçeyên Kelar, Pêncwîn û Seyîd Saqik li dijî Komploya Navnetewiya ya 15 Sibat a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên wî hatin hildan.

Gencanî Welatparêz û Jinên Gencî Tekoşer, li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dikeve sala 22’an bi dirûşmeya ‘’Serî Hilde, Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê Biruxîne, Kurdistanê Azad Bike’’ li bajarê Silêmanî, navçeya Kelar, Pencewîn û Seyîd Sadiq poserên Ocalan li kolan û cihên diyar ên bajar û navçeyan daliqandin.

Li ser posterên Ocalan nivîsên ‘Ji Tecrîdê Re NA, Bêdeng Nemînin’ hatibûn nivîsîn.