Çar mirovên di tarîtiya zindanê de berbang afirandin

Wê şevê li qawîşê hewayeke cejnê heye. Her çar jî pir aram û rehet in. Hundirê çavên wan dikene, timî rûken in. Ferhat axaftvanekî baş bû. Wê şevê hevalan pir hestyar û bi coş dike.

Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref ji bo mane û girîngiya çalakiya Mazlûm bi kesên li qawîşê bidin fêmkirin bi rojan nîqaşan dikin. Bal dikişînin ser mijara ku bivênevê divê çalakî bê lidarxistin û bi vî awayî qawîşê ji çalakiya xwe re amade dikin. Lê ji bo çalakiya xwe nedin ferqkirin hesas nêz dibin. Kesên li qawîşê dimînin ku rojên dawî di tevgera Çaran (Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref) de germahî, gurûgeşbûneke hê zêdetir heye, lê nikarin maneya wê analîz bikin. Carinan peyamên ku kesekî baldar tavilê fêm bike didin. Mînak îdare rojekê lîsteya kantînê dixwaze. Ferhat dixwaze fringî, xiyar û hwd. jî bê nivîsandin. Hevalê lîsteyê amade dike dema dibêje ku sebze hê teze ne û pir buha ne, Ferhat dibêje, “Tişt nabe, tu binivîsîne bila heval cara dawî fringî û xiyaran jî bixwîn.” Lê heval nafikire bê “cara dawî” tê çi maneyê. Dîsa rojekê dema Eşref bi hevalekî re diaxive dibêje: “4-5 kes eger xwe bişewitînin, li gor te wê çawa be, wê tesîra xwe bike?” Dibêje ku mimkun e çalakiyeke wiha di çirandina tarîtiyê de bibe amûrekî bi bandor. Her wiha Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref wan rojan di astên awarte de hestyar in. Ji bo kesî neşkînin, pir hewl didin, bi xweşbînî nêz dibin. Tiştekî din a bala hevalan dikişîne jî ew e ku Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref beriya çalakiyê eşyayên xwe yên “bi qîmet” belav dikin. “Hema di carekê de” ku eşyayên xwe wek diyarî belav dikin, hinekan dide fikirandin. Çend rojên dawî hinekî din aşkera diaxivin. Di her axaftina xwe de behsa girîngiya alîkariyê, piştevaniyê, baweriya bi pêşeroj û partiyê re dikin. Her ku derfetê dibînin koman ava dikin, di gelek mijaran de nêrînên xwe tînin ziman, girîngiya dilsoziya bi şoreş û nirxan re tînin ziman. Di nav rewşeke mirovên wê warê xwe terk bikin, ber bi rêwîtiyeke dirêj ve bikevin rê, şîrêtên xwe yên dawî dikin. Sohbet heta derengiya şevê didome. 

ALA TÊKOŞÎNÊ JI DEST BERNEDIN

Wê şevê (şeva çalakiyê) li qawîşê hewayeke cejnê heye. Her çar jî pir aram û rehet in. Hundirê çavên wan dikene, timî rûken in. Ferhat axaftvanekî baş bû. Wê şevê hevalan pir hestyar û bi coş dike. Di axaftina xwe ya dawî de careke din behsa girîngiya maneya çalakiya Mazlûm dike. Pêvajoya xwe dinirxîne, teslîmbûna xwe ya sala 1981’ê rexne dike, diyar dike ku di wan deman de gelek erdhejên hestyar ên mezin jiyaye. Axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Divê mirov ji çûna serberjêr a di dîroka Kurdistanê de bêje raweste, ala têkoşînê ji dest bernedin, bi çar destan dozê û hevdu hembêz bikin.” Hevalên din jî axaftinên bi heman rengî dikin, civîna xatirxwestinê li dar dixin. Kesên guhdar dikin, dikevin nav hestên tevlîhev. Hîs dikin ku tiştekî awarte wek bagerê nêz dibe, lê tehlîl nakin bê wê çi bibe. 

Beriya her tiştî divê bi hewcedariya çalakiyê yeqîn bike û biryar bigire. Amadekarî jî bi derfetên heyî eleqedar e. Di çalakiyên cuda û kesayetan de helwest bi astên cuda pêş dikevin. Mirov di vî şêwazê çalakiyê de dema serwextbûn û îradeyê nîşan didin, bertekên cihêreng werdigirin… Ya herî girîng û xwezayî jî ew e ku kes di aliyê fikrî de xwe amade bike. Kesekî ku yeqîn kiriye bûyer rast û mecbûrî ye û xwe îqna kiriye, rê û rêbazên dikare çawa pêk bîne jî dibîne. Çaran ji destpêkê ve biryardarî û dilsoziya xwe qet winda nekirine. Di têkoşîna derve de ruhê Apocî di kesayeta xwe de dane jiyîn. Min ew li derve nas dikirin. Me bi Mahmût û Eşref re xebat meşand. Mahmût wê demê hevalekî pir ciwan bû. Necmî jî bi heman rengî. Min Necmî sala 1980’î li girtîgehê nas kir. Eşref jî ciwan, milîtanekî bi biryar bû. Daneketibûn kûrahiya polîtîkayê, lê kesayetên xwe bi ruhekî milîtan, meziyetên coş, samîmiyet û duristiyê gurçûpêç kiribûn. Xweşewitandin şêwazê çalakiyeke pir zehmet û giran e. Mirov êşên mezin dijî. Divê îrade û baweriyeke ku bersiva wê çalakiya mezin bide û têk bibe hebe. Yan na pêk nayê. Ma karekî wer besît e mirov xwe biavêje nav agirekî pêxistî?.. Di nav êşan de mirov bibîne ku bedena wî dişewite, çermê laş radibe, goştê wî diqele, vê bi hemû dijwariya xwe bijî, lê tevî vê jî bigihîne encamê. Her mirov nikare vê bike. Ev karekî mezin e. 

MEZINBÛN AFIRANDIN

Pêwîst e mirov mezinbûn û xweseriya çalakiyê bi vî aliyê wê ve binirxîne û fêm bike. Tek tek şexs dikarin xwe bişewitînin. Ev bûyerên timî tên dîtin û rû didin… Di rojiya mirinê de jî pêvajoya biryara şexsî dimeşe. Di çalakiya Çaran de jî biryara şexsî heye. Lê pratîk û pêkanîn jî ji vê derdikeve, îrade û bedena çar kesan dibe yek. Xweşewitandina yek kesî û çar kesan ne heman tişt e. Bandor û maneya wê û nirxên lê bar dike hê mezintir in. Îradeya pola ya bi wan re di her kesî de peyda nabe. Di bihara jiyana xwe de bi bawerî û ezma xwe, bûn mirovên ku ew mezinbûn afirandin. Em bêdawîbûna sedeqeta wan a ji pêşeroj, baweriya bi gel û partiyê re dibînin. Di mirovên me yên bûn êgir, di pevçûna ku wan bi êgir şûşt, di qîrîn û dirûşmên li ser zimanê êgir derdikevin de têkneçûna têkoşîna dibînin. Ma ji bedenên ku bi saxî dişewitin hê mezintir biryardarî heye? Vî şerî, pêşeroja azad û serbixwe ji sedî sed, ji sedî sed ku em ê qezenc bikin, tenê ev bedenên dişewitin jî mizgîniya wê didin. Em di wan bedenên nav wî agirî de dişewitin, dibînin ku daneheva gelekî, şoreşekê û mirovatiyê bi gewde bûye. Çaran bi rastî bi cidiyeteke mezin û ji dil çalakî plan kirine û pêk anîne. Bi awayekî ku piştî bedena xwe bidin ber êgir, kes neyê wan xelas neke hewl dane her tiştî eyar bikin. Soza, serketin û qezenckirinê dane. Bi biryar in bi mirina xwe berxwedanê pêş bixin. Piştî her kes radize, di demeke guncaw a nobeta 01.00-03.00 de derbasî cihê çalakiyê dibin. Çi qas, eşya, rojname û kaxezên ku berê amade kirine li wir kom dikin, tînerê jî bi bedena xwe û bi ser eşyayan dadikin. Li derdora tiştên kom kirine bi awayekî çarmêrkî rûdinin. Dest û mil dikevin hev. Kibrîtê pê dixin. Teqîneke mezin… Paşê êgir bilind dibe. Di nîvê êgir de Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref… Ên me… Dişewitin… Dest, zend û milên wan hê di hev de ne… Dirûşman qîr dikin… “Bimire mêtinkarî! Bijî PKK! Bimire zilm! Ji îşkence û zextan re bes e!..” 

Bi teqîna tînerê re her kes ji nav livînên xwe radibe. Dixwazin fêm bikin bê çi bûye. Di carekê de bi wî agir û dûmana ku ji wê beşa biçûk bilind dibe rûbirû tên. Her kes matmayî ye, hê nehatine ser hişê xwe. Di carekê de dicemidin. Paşê bi panîk pirsa, “Ev çi ye, ev agir çi ye?” dikin. Piştre li qawîşê kaosek rû dide. Kes nizane wê çi bike. Em ji devê kesên ew kêlî jiyane vebêjin.  Hevalekî wiha digot: “Dema ez rabûm her cih bibû dûman. Tişta yekemîn hat aqlê min ev bû ku dema nobedaran cigare kişandine şewat derxistine û venemirandine. Bi vê fikre bi armanca di vemirandina şewatê de bibim alîkar ji ser cihê xwe rabûm. Li ber deriyê qawîşa me bîdonên me yên avê hebûn. Tam dema ez ber bi bidonan ve diçûm, ji nav êgir dirûşmên, ‘bimire mêtinkarî’ min bihîst. Û sekinîm. Min nizanîbû ez çi bikim. Aşkera ev çalakiyek bû. Min biryar nedida ez wan xelas bikim an na.” 

Hevalekî din ku li gor kesên di qawîşê de hinekî din pêş ketiye wiha digot: “Ez bi dengê teqînê şiyar bûm. Bi şiyarbûnê re yekemîn tişta li ber çavên min ket agirê dijwar û gur bû. Ez difikirîm bê ev çi ye? Çi dibe? Û min hewl dida sedema agir fêm bikim. Hê min tiştek fêm nekiribû çavên min li livînê Ferhat xoce ket. Vala bû û qet xera nebibû, weke xwe disekinî. Paşê dema min kaxeza vekirî ya li ser livînê wî dît, mîna min her tişt fêm kiribû. Di navbera wê kaxezê û tişta min didît de min pêwendiyek danî û kêm be jî gihiştim encamekê. Ez fikirîm min got, Ferhat xoce xwe şewitandiye. Min kaxez wergirt û xwend. Kaxezeke dosyayê bû kiribû du qat. Li hember rastiya ku min li dawiya nivîsê dît pir û pir matmayî mam. Di nav wî agirê dijwar de ne tenê Ferhat xoce, tam çar egîdên Kurdistanê ji bo ‘ji vê çûna serberjêr a di dîroka Kurdistanê de bêjin bes e’ bi saxî dişewitîn. Bi awayê ku ez wê kêliya dîrokî tespît bikim, li saeta xwe nihêrim. Saet 04.30 bû. Paşê min belavoka bi serenava ‘hevrêno’ ya di destê xwe de careke din xwend. Her cih bibû dûman. Agir ev qasî dijwar bibû ku esreq dialast û di pencereya nîvvekirî de caxên hesinî derbas dikir û derdiket derve. Te digot qey har bûye. Dengê agir mirov vediciniqand. Bêhna goştê şewitî tevlî agir bibû.” Xwezî derfet hebûna ku me hest û fikra kesên hewaya wê şevê jiyane li vir daba xuyakirin. Em dîsa werin ser mijarê. Piştî girtî rewşa matmayî ji ser xwe diavêjin, hin girtî dibezin avê tînin. Hewl didin agir vemirînin. Li ser vê di nav agir de dengê hevalan bilind dibe: “Avê bi ser danekin, avê bi ser danekin! Agir pêxin, agir! Kesê avê bi ser dake xayîn e. Me bi zanebûn xwe şewitand! Ev çalakiyeke siyasî ye, çalakiyê neşkînin!..” 

XIYANETKARNO, AVÊ BI SER DANEKIN

Hem jî bi dengekî gur û bilind. Em wê kêliyê jî ji axaftina hevalekî din ragihînin:  “(…) Ez cihê xwe rabûm, çûm ser êgir. Agir ew qasî dijwar e ku, qet diyar nabe kes di nav de heye yan na. Wê navberê di nav agir de dengê dirûşman bilind bû: ‘Bimire mêtinkarî’. Wê demê çend kesên xwe winda kiribûn ji bo agir vemirînin ber bi bîdonên avê ve çûn. Heta tu çavên xwe bigirî û vekî, bîdonên avê anîbûn û ber bi agir ve dirijandin. Qehremanên me yên di nav agir de bi gotina, ‘Avê bi ser danekin! Avê bi ser danekin! Agir pêxin! Agir pêxin’ qîr dikirin. Li ser vê yekê em ji wir veqetiyan. Em ters ters li kesên av dirijandin nihêrin û me xwest em bidin hîskirin ku rijandina avê tiştekî xerab e. Jixwe dema qîrînên qehremanên me bihîstin wan jî dest ji rijandina avê berdan. Lê tişta kiribûn jixwe kiribûn. Agir hêdî hêdî vedimirî. Tirsa wê çalakî bi ser nekeve êşa wan dida jibîrkirin. Herhal ji ber vê bi gotina, ‘Xiyanetkarno, avê bi ser danekin, agir pê bixin!’ qîr dikirin. Ev qîrîna wan a dawî bû.” Kesên av dirijandin bi tundî hişyar dikin. Agirê kêm dibe piştî demekê bi temamî vedimire.  

HEVALAN BI TENÊ NEHÊLİN

Me diyar kiribû ku ew hewaya kesên jiyane jî nikarin tarîf bikin, wê erdheja hestyar em e nikaribin bidin. Dîsa jî di vê mijarê de em gotinên hevalekî bûye şahid ragihînin:  “(…) Min kesekî ku kesên avê dirijînin hişyar dikin nedît. Berteka yekemîn ji nav agir hat. Lê dereng ketibû. Wan xatir ji me dixwest, lê bi awayekî layiqî wan me ew oxir nekirin. Tenê tişta me dikir ew bû ku ji kesekî dema temaşe dikir û digiriya re bêjin, ‘Bisekine, negirî!’ Me digot negirî, ji ber ne bûyereke girî bû, bûyereke ku mirov pê kêfxweş dibe. Mirovên me destana hebûnê ya gelê me diafirandin. Ev bûyereke ku mirov pê kêfxweş dibe. Di dema bûyerê de min hestên dijberî hev jiyan. Beriya her tiştî kesên di nav êgir de dişewitîn mirov bûn, hem jî mirovên ji aliyê hemû qawîşê ve dihatin hezkirin û hevrêyên gelek kesan bûn. Hesta mirov neçar e ji tunebûna wan re bibe temaşeker jî êş dida. Li aliyê din mirov nikarîbû li hember çalakiya hevalan li dar xistibû kêfxweş nebe. Ya rastî ev bû. Min du hestên dijberî hevdu bi hev re dijiya. Li qawîşê fikarên şexsî û civakî, kêfxweşî di nav hev de û heman kêliyê dihat jiyîn. Hejmara qawîşa me tevî ku di demên dawî de kêm jî bibû, qerebalix bû. Bûyer di qawîşê de bibû sedema panîkê. Kesên li deriyan didan û ji ser hişê xwe diçûn, kesên av bi ser agir de dadikirin. Kesên mîna tiştek nebûye ji ser livînên xwe ranedibûn, kesên temaşe dikirin. Me nikarîbû em wê tevlîheviyê bisekinînin. Me nikarîbû valatiya Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref dagirin. Halbûkî kêm ba jî pêwîstî bi dengekî aramkirinê hebû. Kî çi dike, çima dike ne diyar bû. Di dawiyê de bang li îdareyê dikin û dibêjin, ‘Mirov xwe dişewitînin!..’ Îdare destpêkê naxwaze yeqîn bike. Wer difikire ku girtiyan li qawîşê cihek şewitandine. Serbazê nobedarê wê şevê dixwaze kesên xwe şewitandine bibîne û emîn be, lê cesaret nake bikeve hundir jî. Ji girtiyan re dibêje, ‘Wan bînin cihekî dema ez ji zereqeyê binihêrim bibînim.’ Heval, Ferhatan ji cihê xwe şewitandine derdixin û tînin cihekî serbaz wan bibîne. Li ser doşekan dirêj dikin. Hê her çar jî sax in. bedena wan di asta yekemîn de şewitiye… Li gor vegotina hevalan; Eşref nikare biaxive, lê nebza wî lê dide. Mahmût timî dirûşman qîr dike. Necmî li ser doşeka hatiye dirêjkirin dema serê wî dikeve paşê balîfek ji hevalan xwestiye. Ferhat jî di wan kêliyên xwe yên dawî de navberekê çavên xwe vedike, destê xwe dirêjî Adnan Yilmaz ê li ber serê wî sekiniye dike û jêre dibêje: ‘Hevalan bi tenê nehêlin, piştgiriyê bidin hev…’” 

Cihekî wan ê neşewitiye nemaye! Çaran ji bo mirinê bi lez bikin, paşde vegerê ji holê rakin beriya çalakiyê eşofmanê naylon li xwe kirine. Naylon dema şewitiye hê zêdetir ketiye beden, şewat mezin bûye. Birû, mijang û porê wan bi temamî şewitiye. Beşên bedena wan ên bi niçik şewitîne û heliyane. Ji deverên şewitîne xwîn tê. Serbazê nobedar piştî hevalan di wê rewşê de dibîne ji rastiya bûyerê yeqîn dike. Gardiyanê qawîşê aveke zer a ji bo şewatê tê bikaranîn tîne di zereqeyê de diavêje hundir. Yanî piştî bûyerê bi saetekê îdare “mudaxele”yî bûyerê dike. Di wê navberê de Esat Oktay tê. Di zereqeyê li Çaran dinihêre. Îdare hinekî bi teredût nêz dibe, ji ber ditirse. Wer difikire ku mimkun e, bi îsyanekê re rûbirû were. Lewma nikarin bikevin qawîşê. 

BIMIRE MÊTINKARÎ

Me gotibû piştî belavok hatiye xwendin, îmha kirine. Li ser du pelên kaxezên ji lênûsa xerîte metod a mezin a karedar hatiye nivîsandin. Û serenava “hevrêno” hatiye danîn. Di naveroka wê de jî rewşa tevgera serxwebûnê ya Kurdistan, baweriya bi xeta PKK’ê re, nirxandineke giştî ya cîhan û Tirkiyeyê, girîngiya şoreşa Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn, domandina şer û berxwedanê û hwd. mijar hene. Her wiha destnîşan kirine ku ji bo mehkûmkirina zext, îşkence û her cure tevgera derveyî mirovatiyê protestoyê li dar dixin, bi xweşewitandinê re dixwazin mîrasa Mazlûm dewam bikin, bi zanebûna vê wezîfeyê re çalakî pêk anîne. Hatiye destnîşankirin ku divê yekîtî, yekparebûna rêxistinî bê parastin, li dijî faşîzm û mêtinkariyê şer bê pêşxistin, rûyê wan ê rast ji mirovatiyê re bê nîşandan û paşê jî bi dirûşmên, “Bimire mêtinkarî! Bimire emperyalîzm! Bijî PKK! Bijî têkoşîna me ya serxwebûnê!” bi dawî kirine.  

Çavkanî: Pirtûka “ZINDANA AMEDÊ Ji Dîrokê re Rûpelek ji Agir Cild 2”

Werger: Yekta Şoreş