Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Çand û Zimanê Kurd li Marsîlyayê hate nasandin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, "Forûma zimanên li ber tinebûnê ye" pêk hat.

Di forûmê de çand û zimanê Kurdî hate nasandin. Nivîskar, rexnegir, wergêr û lêkolînerê Kurd Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan li forûmê li ser çand, ziman û dîroka Kurd pêşkêşiyek kir. Wênevanê Kurd Dogan Boztaş ê li Marsîlyayê ye, pêşangeha xwe ya wêneyan nîşan da. Her wiha fîlmê derhênerê Kurd Garîp Çelîk ê li ser jiyana Cemîle Çagirga ya 10 salî ku li Cizîrê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hate qetilkirin, hate nîşandan.

Forûm li Kompleksa Çandê ya li taxa Belle De Mai pêk hat û çand û zimanên li ber tinebûnê ne hatin nasandin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê konsereke biçûk dan beşdaran.

Di çalakiyê de li ser çand û zimanê Kurd konferansek pêk hat. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan li konferansê axivî û got, "Welatên ku mafê jiyanê yê Kurdan talan kirine, Kurdan weke barbar dibînin. We jî xweke modern dibînin."

Aydogan anî ziman, Kurdan li dijî polîtîkayên înkar, komkujî û asîmîlasyonê heta niha hebûna xwe parastine û got, di bin navê modernbûnê de Tirkî, Erebî û Farsî di serdema heyî de li zarokên Kurd tên ferzkirin.

Aydogan got, "Kurdan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji bo dinyayê şer kirin û bi ser ketin. Jinên Kurd tevlî vê têkoşînê bûn. Piştî ku DAÎŞ hate têkbirin, gelek welatên Ewropayê li pêşberî pênaseya 'terorê' ya ku Tirkiye li dijî Kurdan bi kar tîne, bêdeng man. Vê jî têrê nekir, Efrîn dagir kir. Niha li Efrînê zarok ne bi zimanê xwe lê bi zimanê Tirkî tên perwedekirin. Her sibeh neçar tên hiştin ku bêjin, 'bila hebûna min diyarî hebûna Tirkan be'. Dixwazin çand û zimanê Kurd tine bikin."