Çalakvanên siyasî yên Çemçemalê: Êriş li dijî Kurdan hemûyan tê kirin

Çalakvanên sivîl ên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk dan û diyar kirin ku di rewşeke wiha de nabin ku bi partî û hîzbî bifikirin, divê Kurd bi yek dengî li dijî dagirkeriya Tirkiye bibe xwedî helwest.

Çalakvanên sivîl ên herêma Çemçemal a girêdayî Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dan û bal kişandin ser metirsiyên êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd.

Çalakvana diyar kir ku êrîş li ser tevahî gelê Kurd e, divê hemû aliyên siyasî û hîzbî bi yek dengî li hember êrîşên dagirkeriyê bîne.

Çalakvanê siyasî Aram Şêx Ezîz bal kişand ser dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û got: “Tirkiye di dîrokê de tim dijî gelê Kurd, ziman, çand û netewa wê ye. Ji bo wê di warê, siyasî, leşker, çand û ziman de êrîşên dagirkeriyê û projeyên wê hene. Mixabin di serî de hikûmeta herêmê, parlemento, serokayetiya herêmê û aliyên siyasî li ber van êrîşan bêdeng in. Ev bêdengî jî sedemê wê berjewendiyên aborî yên aliyan e.”

Şêx Ezîz anî ziman ku berjenwendiyên aborî yên di navbera aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê kiriye ku pirsa netewî bêt pişguhkirin û wiha pêde çû: “Ev yek jî bû derfet ku Tirkiye dest bi êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bike. Divê li hember vê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedî yek helwest bin û li dijî êrîşan rabin. Li aliyê din jî divê hêzên navneteweyî jî dawî li bêdnegiya xwe bîne û li hember Tirkiye bibe xwedî helwest.”

Çalakvanê bi navê Pêşewa Şêx Reûf jî bibîr xist ku êrîşên niha tên kirin tenê li ser aliyeke siyasî yê Kurdistanê nîne û wiha domand: “Êrîş li ser temama gelê Kurd  û xaka Kurdistanê ye. Ev êrîş dijî hiqûqa navneteweyî ye. Lê Tirkiye guh nade hiqûqa navneteweyî.”

Reûf diyar kir ku li ber êrîşan ji ber ku herêma Kurdistanê ne xwedî yek dengî ye, ev jî dike ku dijminên gelê Kurd êrîş bikin û got: “Ji bo wê em li ber êrîşan bêdeng in. Şaş e ku bê gotin êrîş li dijî aliyeke tenê yê siyasî ye. Ji ber ku armanca êrîşan qadên nû bên dagirkirin û dagirkerî berfirehtir bibin.”

Raûf rexne li medyaya Kurd jî kir û diyar kir ku li gorî pêwîst medyaya Kurd jî rola xwe nelîstiye û gel di warê dagirkeriyê de hişyar nekiriye."

Çalakvanê din ê bi navê Karwan Osman Şawanî li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe nîşan da û diyar kir ku nîşandan êrîşan a li ser tenê aliyeke siyasî ya ku hikûmeta nîşan dide şaş e, di vê mijarê de rexne li hikûmetê kir û got: “Armanc ne tenê aliyê siyasî ye, ev wiha bê girtina dest şaş e. Armanca Tırkiye Kurdistan bike Tirkistan. Kurdan tev qir bike ye.”

Şawanî anî ziman ji bo rawestandina şer jî divê cêwaziya di navbera partî û aliyên siyasî bê rakirin û yekrêzî pêk bê û got: “Ev qonax niha ne ya wê yekê ye ku hîzbî û partî tev bigerin. Demê hatiye ku hemû Kurd bi yekrêzî tevger bike, ji ber ku êrîş li ser hemû Kurdan e.”