Çalakiyên gerîla didomin: Bi kêmanî 14 dagirker hatin cezakirin-NÛ BÛ

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî dagirkeran bê navber dewam dikin. Di çalakiyên hatin kirin de bi kêmanî 14 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên bi bandor û êrîşên dagirkeran daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

JI BO TOLHILDANA ŞEHÎDÊN BESTAYÊ ÇALAKÎ

"Demeke li eyaleta Botanê dagirker li devera Kêla Memê û Deriyê Qaçê xebatên kemînan dikin. Ev yekîne kete di bin kontrola hêzên me de, 24’ê Gulanê saet 20:30’î ji du baskan ve ketin kemîna gerîlayên me. Di saetên şevê de ji nêz ve li wan hatiye dayîn 5 dagirker hatine cezakirin, yek jî birîndar bûye.

Ev çalakî ji bo tolhildana Şehîdên Bestayê pêk hatiye.

Çalakıyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan wiha ye:

Hêzên me yên YJA Starê 25’ê Gulanê saet 12:00’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş ê Herêma Avaşîn çalakiyek kirin. Komeke dagirker hatine hedefkirin û li wan hatiye dayîn, bi qasî hate zelalkirin dagirkerek hatiye cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê 25’ê Gulanê saet 16:30’î li dijî dagikerên li Gırê Konferans ê Herêma Avaşîn bi çekên giran çalakiyek kirine.

25’ê Gulanê saet 17:00’an li dijî dagirkerê li Girê Şehîd Zêrîn ê Herêma Avaşîn bi çekên giran çalakiyek hatiye kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran dever bi dijwarî bombe kiriye, dîsa saet 21:00’an helîkopterên êrîşê qad bombe kiriye.

25’ê Gulanê li dijî dagirkerên li dever Qela Mamreşo ya Herêma Avaşîn bi çekên giran rêze çalakî hatine kirin.

25’ê Gulanê saet 09:30’î li dijî dagirkerên li Qela Bêdewê ya Herêma Zapê çalakiyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de kamerayeke ya mobesayê hatiye rûxandin.

26’ê Gulanê saet 08:55’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan ê Herêma Zapê çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de bi zelalî dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

Di 25’ê Gulanê de saet di 15.30’an de di navbera Girên Kuroşîno û Stûna ya herêma Metînayê bi sabotajê li komek dagirkeran hatiye xistin. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Di 25’ê Gulanê de saet di 17.30’an de di navbera Girên Zendûra û Kuroşîno ya Metînayê li pişta Girê Koordîneyê hêzên me ji 3 aliyan ve xwe bera nav dagirkeran dan. Milê yekemîn li 4 dagirkerên ba hev dane, 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek birîndar bûye. Dema ku 2 dagirker hatine alîkariya dagirkerên mirî û birîndar li wan jî hatiye xistin û ev her du dagirker hatine cezakirin. Milê duyemîn a hêzên me li kozikekê xistine û 2 dagirkerên di kozikê de hatine cezakirin, ev kozik hatiye îmhakirin. Milê sêyêmîn ê hêza me jî li kameraya mobese ya dagirkeran daye û kamera hatiye îmhakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 7 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek hatiye birîndarkirin, kamerayek û kozikek hatiye îmhakirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran di navbera 20.30 û 01.00’an de bi helîkopterên êrîşî qad bomberdûman kirine, dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.

BOMBERDÛMANA DAGIRKERAN DIDOME, TIŞTEK BI GERÎLAYAN NEHATIYE

Artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinên yên Medyayê dane.

Kitekitên li ser êrîşan wisa ye:

Di 25’ê Glanê de saet di 12.45’an de Girê Zendûra ya Metînayê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 25’ê Gulanê de saet di 22.50 û 23.50’î de bi helîkopteran leşker anîne qadên Mervanos, Doal Maran, Şûkê û pişta Dola Konferansê ya Avaşînê.

Di 25’ê Gulanê de saet di 14.15 û 00.30’an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balefirên şer 4 caran hatiye bomberdûmankirin.

Artêşa dagirker obus û obusên bi bombeyên mîsketê diavêje qada Tabûra Ereban û Werxelê ya Avaşînê.

Di 25’ê Gulanê de saet di navbera 22.30 û 23.00’an de qaên Cîloya Biçûk, Qela Bêdewê, Girê Şehîd Serxwebûn, Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Gizê bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin û piştre leşker anîne vê qadê.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”