Çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê ya li dijî dagirkeriyê, di hefteya sêyemîn de ye

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ya ku li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kir, di hefteya sêyemîn de ye.

Di çarçoveya pêngava "Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn e, her der Zap e, her der Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Çalakî kete hefteya sêyemîn.

Çalakiya ku 12'ê Gulanê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir, li gel Nobeda Azadiyê dewam dike ku ev çalakî jî neh sal in li dijî tecrîdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Çalakiya ku hate plankirin çar hefteyan dewam bike, di hefteya sêyemîn de ye. Nûnerên saziyên baweriyan FEDA û CÎK'ê, Federasyona Êzidiyên li Ewropayê, MARDEF û aktîvîstên TJK-E'yê yên ji Dusseldorfê hefteya dawî ya çalakiyê dewr wertgirtin.

Di çarçoveya bernameya vê hefteyê de li ser êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên li Kurdistanê wê panel bên lidarxistin.

Roja Duşemê bi beşdariya Hecî Hesen ê ji Federasyona Êzidiyan a li Ewropayê, panelek bi sernavê "Komkujiya Şengalê" hate lidarxistin.

Hecî Hesen bi bîr xist ku komkujiya sala 2014'an a ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li dijî civaka Êzidî hate kirin, li pêş çavên PDK'ê, hikumeta Iraqê û tevahiya cîhanê pêk hat.

Hecî Hesen got, "Yên ku bi hawara Êzidiyan ve hat şervanên azadiyê bûn ku bi felsefeya Rêbe Apo şer dikin" û destnîşan kir ku heta Şengal xweser bibe wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di nava rojê de li ser Qirkirina Êzidiyan a sala 2014'an sînevîzyonek hate nîşandan. Di dema çalakiyê de hunermendên MARDEF'ê stran gotin.