Çalakiya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê: 6 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê roja 18'ê Gulanê li dijî weayiteke Reo ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Di encamê de wesayit hate îmhakirin û 6 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

BI 2 BALAFIRAN LI AVAHÎ Û HANGARA LI BAREGEHA JETÊ HATE XISTIN

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; di şeva 18-19'ê Gulanê de saet di 12:00 û 12:30'î bi du balafiran li 8'êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Amedê ya artêşa Tirk a dagirker, du çalakî li pey hev lidar xistin.

Bi balafira destpêkê li avahiyekê hate xistin ku pîlotên dagirker û personelên hêzên hewayî yên Tirk tê de bûn. Balafira duyemîn jî li hangara ku balafirên şer tê de bûn xist. Ev herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hat û di encamê de li Fermandariya Baregeha Jetê ya Bingehîn a dagirkeran teqînên mezin pêk hatin. Hejmara pîlotên dagirker ên hatin cezakirin û birîndarkirin, nehate zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

18'ê Gulanê saet di 00:30'î li herêma Xakurkê, wesayiteke bi tîpa Reo ya artêşa Tirk a dagirker dema ku di navbera Girên Kevortê û Lêlikanê de diçû, bi rêbaza sabotajê çalakî li dijî wê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayita bi tîpa Reo bi temamî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin.

19'ê Gulanê li qada bi tîpa T a li herêma Zagrosê li dijî dagirkerên ku tevdigeriyan çalakiyek hate lidarxistin. Dema ku 4 dagirker li hev civiyan, ji cihekî nêz ve derb lê hate xistin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bêne parvekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

18'ê Gulanê saet di 16:30'î de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Li vê derê 3 roket li kozikên dagirkeran ketin, 2 roket jî li derdora kozikan ketin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

Piştî vê çalakiyê helîkopterên Skorsky li ser herêmê geriyan, ji qereqolên li ser sînor obus li gundên Dêşîşê û Seraroyê hatin barandin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên li herêmê bû.

DI ÊRIŞÊN HEWAYÎ DE TIŞTEK BI GERÎLA NEHAT

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

19'ê Gulanê saet di 12:25 û 16:45'an de Girê Zendûra yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

19'ê Gulanê saet di navbera 22:00-00:00 de qada Koordîne û Derarê yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Heman saetê bi helîkopterên Skorsky dagirker li Girê Azad hatin danîn.

19'ê Gulanê saet di navbera 23:00-03:00 de gundên Nêrwe û Kinyanîşê, Girê Şehîd Serxwebûn ên herêma Zapê bi helîkopteran hatin bombekirin. Heman saetê helîkopterên Skosky dagirker danîn ser Girê Şehîd Serxwebûn.

19'ê Gulanê saet di 12:40'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

19'ê Gulanê saet di navbera 20:00-22:10'an de qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."