Çalakiya 'Edaletê' ya malbata Şenyaşar dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 15'an de ye.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Fadil Şenyaşar piştî bûyerê hate girtin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 15 roj in çalakiya 'edaletê' li dar dixe.

Malbata Şenyaşar li ser Twîtterê daxuyanî da û ev peyam da, "Kêliya herî tarî ya şevê kêliya beriya berbangê ye. Em niha di kêliya herî tarî de ne. Pêwîstiya me bi hêviyê heye. Em bi hev re hêviyê bijîn, mezin bikin û parve bikin. Lêgerîna me ya li EDALETÊ di roja 15'an de ye."