Çalakgera li Mexmûrê Fadîle Tok: Têkoşîna me wê bidome

Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê, Fadîle Tok, piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekî peyama xwe anî ziman û got“Peyama birêz Ocalan ji bo me bi qedir û qîmet e. Ez dawî li çalakiya xwe tînim, lê belê wê tekoşîna me bidome.”

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya, greva birçîbûnê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di roja 162'an de dewam dikir û çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî di roja 127'an de bû, bi daxuyaniyek ya çapemeniyê dawî li çalakiyên xwe anîn.

Çalakger Fadîle Tok got: “ Ez dawî li çalakiya xwe tînim, lê belê tekoşîna me wê li hemberî faşîzmê bidome. Ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were şikandin, çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Ev pêlên çalakiyê yên ku bi berxwedanek mezin hatî destpêkirin, di heman demê de bi berxwedan û îradeyek mezin gihan armanca xwe jî."


Fadîle Tok bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: “Bi peyama Rêbertî ya ku wê li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê erdnîgariyê bide guhartin, ez çalakiya xwe bi dawî dikim. Lê belê wê tekoşîna me ya li dijî faşîzmê wê bi çalakiyên cuda cuda bê berdewam kirin. Ez dîsa ji vir heya greva Îmralî silavên xwe ji Rêber Apo re dişinim. Di heman demê de silavên xwe ji tevahî çalakvanên ku ketin greva birçîbûnê re jî dişinim. Dibêjim ku wê faşîzm têk biçe û serkeftin û azadî wê ya gelê Kurd be.”