65 girtiyên Behdînanê di bin gefeke cidî de ne

Tora Parastina Azadî û Mafên Mirovan bal kişande ser cidîbûna rewşa jiyanaî ya 65 girtiyên Behdînanê yên li girtîgeha Hewlêrê di gireva birçîbûnê de ne.

Ji 19’ê Tîrmehê ve bi dirûşma ‘Yan azadî yan mirin’ hejmarek ji çalakvan û rojnamevanên Behdînanê ku di girtîgehên Hewlêrê de ne, li dijî bê mafiyên li beramberî wan tên kirin dest bi greva birçîbûnê kirine. Roj bi roj rewşa tendirustiya girtiyan dikeve metirsiyê. Vê rewşê gelek rêxistinên mafên mirovan xistiye nava fikaran.

Tora Parastina Azadî û Mafên Mirov bi daxuyaniyek nivîskî îşaret bi rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de kir. Di daxuyaniyê de tê gotin, “Metirsiyek gelek cidî li ser jiyana girtiyan heye. Tevî vê yekê jî rojane hejmara kesên tevli çalakiya greva birçîbûnê dibin zêde dibe. Niha hejmara wan gihiştiye 65 kesan ku di girtîgehê de bê dadiyek mezin li beramberî wan tê kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev çalakvan û rojnamevan li gorê pîvanên maf û azadiya fikir bi awayek neheq hatine girtin û cezakirin. Mafên wan ên sivîlî hatine binpêkirin û bi awayek ne yasayî û nedadperwerî nêzî wan dibin.

Tora Parastina Azadî û Mafên Mirov di daxuyaniya xwe de ev daxwaz ji aliyên peywendîdar dike; “Daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar, sazî û rêxistinên navnetewî dikin ku alîkariya van girtiyan bikin. Eşkereye girtin û cezakirina van çalakvan û rojnamevanan binpêkirinek mezin a yasayên Herêm, Iraq û danezana mafê mirov a cîhanî ye. Ev yek dibe sedem ku pêvajoya demokrasî ya Herêma Kurdistanê zirarê bibîne. Ji bona wê pêwîst dike ku di zûtirîn dem de zext li desthilata Herêmê bê kirin da ku careke din vegerin ser rêya demokrasiyê û rê bidin desthilata dadwerî û dadgehê ku serbixwe bin û yasa serweriya xwe ji dest nede.”