6 kes hatin girtin, kesek hate destgîrkirin

Li Dîlokê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 7 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van7 kesan 6 kes hatin girtin. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî hate destgîrkirin.

Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, 7 kes bi îddîaya ku ‘propagandaya rêxistinê’ kirine piştî lêpirsîna wan a li emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozgeriyê kesek bi şertê kontrola edlî serbest berda û ji bo 6 kesên din jî biryara girtinê da. Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.

ENDAMÊ MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê HATE DESTGÎRKIRIN

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara duh êvarî ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.