500 roj derbas bûn, aqûbeta Hurmuz Dîrîl hîn nediyar e

Têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 500 roj in agahî jê nayê girtin û hevsera wî Şîmonî Dîrîl ku piştî 70 rojî cenazeyê wê hate dîtin, di lêpirsînê de gavek nehatiye avêtin.

Hurmuz Dîrîl ê 71 salî û hevjîna wî Şimonî Dîrîl a 65 salî yên li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê diman, di 8’ê Çileya 2020’an ji aliyê kes an jî kesên nenas  ve hatin revandin. Cenazayê Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojan li qiraxa Çemê Hêzilê hatibû dîtin. Lê, ligel ku 500 roj derbas bûn jî, hîna agahî ji Hurmuz Dîrîl nayê girtin û aqûbeta wî de nediyar e.

Baroya Şirnexê ya bi xizmên malbata Dîrîl re hevdîtin kir, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Baroyê di daxuyaniya da de wiha got: "Bi ser windabûna Hurmuz Dîrîl re 500 roj derbas bûn, lê heya niha tu pêşketin çênebû. Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl ê 500 rojin agahî jê nayê girtin û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl a piştî 70 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin de, tu pêşketin tuneye. Ji bo ku bûyer ronî bibe, em ê şopdar bin."