5 endamên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn

Di êrîşa duh êvarê ya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê de 5 wezîfedarên ewlekariyê yên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Di êrîşa duh êvarê saet di 18:45'an a li dijî kampa penaberan a Mexmûrê de 5 wezîfedarên ewlekariyê yên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Birîndar jî niha li Nexweşxaneya Par a li Hewlêrê tên dermankirin.

Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, nasnameya şehîdan wiha ye:

-Bager Boran

-Botan Amed

-Çekdar Mawa

-Dewran Mardîn

-Baz Dijwar

Hat ragihandin ku agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan wê piştre bên eşkerekirin.

MERASÎM TÊ LIDARXISTIN

Li kampa Mexmûrê niha ji bo şehîdan merasîm tê lidarxistin. Bi hezaran kes hêrs û kîna xwe li dijî êrîşê nîşan didin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û BEXDA BÊDENG IN

Meclîsa Gel a Mexmûrê duh bi şev daxuyaniyek weşandibû û ji rêveberiya Bexda û Neteweyên Yekbûyî ku kampa Mexmûrê di bin sîwana wê de ye, daxuyaniyekê bidin. Lê belê hê jî ti daxuyanî nedane.