Meclîsa Gel a Mexmûr têkildarî êrîşê daxuyaniyek da

Meclîsa Gel a Mexmûr:Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirs in.

Meclîsa Gel a Mexmûr, têkildarî êrîşa di saetên vê êvarê ye li Kampa Mexmûr pêk hat de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Meclîsa Gel a Mexmûrê de ev tişt hate gotin: “6’ê Kanûnê saet di 18:45’an de li dijî Hêzên Ewlekariya Kampa Kampa Koçberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye, êrîşek hat kirin. Di encama vê êrîşê de ji hêzên ewlekariyê yên Mexmûrê şehîd û birîndar çêbûn.

Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û pê ve li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Kampa Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li kampê bi awayekî aktîf parastibûn.

Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraqê bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirsyar in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.

Têkildarî detayên berfireh ên êrîşa li dijî kampa penaberan a mirovên sivîl lê dijîn, wê di saetên pêş de agahî bi raya giştî re bên parvekirin."