45 gund û 20 gundikên ku hatibûn dorpêçkirin hatin rizgarkirin
Bi gihiştina hev a hêzên eniya Eyn Îsa û Kadîriye re, devera 550 km2 ku hatibû dorpêçkirin ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Bi gihiştina hev a hêzên eniya Eyn Îsa û Kadîriye re, devera 550 km2 ku hatibû dorpêçkirin ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Di roja 34'emîn a Pêngava Xezeba Firat de eniya Kadiriye û Eyn Îsa pêş ve diçin, piştî 11 Çileyê her dû hêz li gundên Kermonco gihiştin hev û şûn de, qadekî 550km2 hatibû dorpêçkirin.
Li Rojava gundê Sêgulo, li Rojhilat jî Til Seman di dorpêçê de 45 gund, 20 gundik hebûn. Ji duh sibehê ve şeranan li van herêman dest bi operasyonekî ya paqijkirinê kiribûn. Oparasyona paqijkirinê, îro heta saetên şevê dewam kir. Devera 550 km2 ku 45 gund û 20 gundik li xwe digirt, bi temamî hate kontrolkirin.
Piştî ku qada 550 km2 ji çeteyan hatin paqijkirin û şûn de, di pêvajoya duyemîn a Pêngava Xezaba Firat heta niha, şervanan qadekî 2644 km xistine di bin kontrola xwe de.