Qeyûm, Şaredariya Cizîrê ya bê deyn, xist binê deynan

Şaredariya Cizîr a ku beriya qeyûm bê wezîfedarkirin di kaseya wê de nêzî 40 Milyon TL hebû, deyndar bûye. AKP’yiyên li bajêr mezaxtina hemû organîzasyonên xwe ji kaseya şaredariyê dide.

Şaredariya Cizîrê, ku di dema rêveberiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de li kaseya wê 40 Milyon TL hebû, piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirk 11'ê Îlona 2016'an qeyûm lê wezîfedar kir, deyndar bûye. Piştî wezîfedarkirina qeyûm, navendên çandî û jinan jî di nav de gelek sazî pêşkêşî rêveberên AKP'yî hatin kirin. Hat diyarkirin ku diravê di kaseyê de jî li ber qedandinê ye. Berdêla nirxê navenda çandê ya Şaredariyê, ku 28 Milyon TL di kaseya wê de heye û 12 Milyon TL ji bo avakirina qereqolê mezaxtiye, tê îdîakirin ku ji bo hemû organîzasyonên li bajêr ên AKP’ê hatiye mezaxtin.

PASTAYÊN AKP'Ê JÎ JI BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ BÛN

Li gorî agahiyên çavkaniyekê ku li gel qeyûm kar dike û nexwest navê xwe eşkere bike, hemû mêvanên rêveberên AKP’yiyan ên tên bajêr, aktîvîte û hinek mezaxtinên ji aliyê Seroka Baskê Jinan a AKP’ê ve tê pêkanîn, ji aliyê şaredariyê ve tên pêşwazîkirin. Çavkaniyê destnîşan kir ku li gel hemû wesayît û pêdiviyên din, çerez, pasta û hemû vexwartek ji kaseya şerdariyê tê dayîn.

ŞAREDARIYA BÊ DEYN XISTIN BINÊ DEYNAN

Heman çavkaniyê diyar kir ku mezaxtina ji bo aktivîte û qursên ji aliyê miftiyan ve ji bo helandina zarokên Kurd û kirina Tirk rol dilîze jî, ji budceya şeredariyê tê pêşwazîkirin. Çavkanî bi bîr xist, ku  40 Milyon TL ê ji dema DBP'ê mayî qediya ye û budce kêm bûye.

PÎSTA HELÎKOPTERÊ LI SER HESABÊ ŞAREDARIYÊ ÇÊDIKE!

Dîsa li gorî agahiyên kesekî pir nêzî qeyûm kar dike, li navçeyê ji bo pîstek ya helîkopterê ya ji bo avahiya civakî ya ku leşker û polîsên tîmên taybet lê ne, hatiye çêkirin û fatûraya wê, wê ji şaredariyê bê standin.

Têkildarî budceya şaredariyê jî, piştî ku qeyûm hate wezîfedarkirin, ji ber ku ji raya giştî hatiye veşartin, mirov nikare xwe bigihîne agahiyên fermî.