4 kesên ku êşkence li wan kiribûn dîsa hatin destgîrkirin

Li gundê Şêba Jêr a navçeya Dêrîkê, 4 kesên ku par hatibûn destgîrkirin û îşkencekirin, îro leşkerên Tirk dîsa bi ser malên wan de girtin û ew destgîr kirin.

Li gundê Şêba Jêr a navçeya Dêrik a Mêrdînê, leşkerên Tirk berê sbetê bi ser malan de girtin û  Ozge, Halîl Bergîn, Aydin Ozdurak û Nezîr Demîr destgîr kirin. 4 kesên li Qereqola Leşkerî ya Navçeyê tên girtin, di 17’ê Kanûna 2019’an de jî, ji ber pevçûna li gund rû da bû, hatibûn destgîrkriin.
 
Ozge, Bergîn, Ozdûrak û Demîr jî di nav de 8 kes di 17’ê Kanûna 2019’an de, piştî şerê li gund rû da hatibûn destgîrkirin. 8 kes li Qereqola Leşkerî ya Mêrdînê hatibûn îşkencekirin. Di raporên nexweşxanê yên 8 kesan de jî, deketibû holê ku îşkence li wan hatiye kirin. Ji kesên hatibûn îşkencekirin 2 jê ji wan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) da bûn. Dûre li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kiribûn.