BI DÎMEN

4’ê Nîsanê li Silêmanî û Kerkûkê bi danîna şitlan hat pîrozkirin

Li Silêmanî û Kerkûkê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.

4'Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN

Li Silêmanî û Kerkûkê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.

SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê bi boneya 4’ê Nîsanê, roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) şitil hatin danîn.

Merasîma şitil danînê bi xwendina helbestekê ji bo pîrozkirina jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir.

Bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 75 şitilên dara qajê hatin danîn. Di merasîmê de gelek rûniştiyên Silêmaniyê ji beşên cuda yên civakê amade bûn.

Di merasîmê de daxuyaniya RJAK’ê hate xwendin û tê de wiha hate gotin: “25 sal berî niha Rêber Apo hate dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Sê sal in gelê me û malbat û parêzerên Rêber Apo nikarin biçin hevdîtinê. Saziya CPT’yê rastiyan ji gelê me vedişêre. Em ê li ber ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo heta têkbirina zihniyeta faşîst tê bikoşin.”

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi Newroza îsal hate kirin û li ser girîngiya Newroza îsal wiha hate gotin: “Newroza Îsal Newroza azadiya Rêber Apo û peyama domandina berxwedanê bû.”

Merasîm bi stranên koma muzîkê ya bi navê Rojava bi dawî bû.

KERKÛK

Li Kerkûkê jî bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate pîrozkirin.

Di çalakiyê de bi boneya 75 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 75 şitil hatin danîn û beşdarên çalakiyê da xuyakirin ku ew ê heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî danîna şitilan Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Helmet Germiyanî bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî li beşdarên çalakiyê û li hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Germiyanî diyar kir ku wan wek Komeleya Ciwanên Welatparêz di vê roja pîroz de bi boneya “Cejna Vejînê” şitil danîn û got: “Em vê rojê li jin, ciwanên Kurd, gelê Kurd û hemû dostên xwe pîroz dikin. Jidayikbûna Serok Apo ji bo me xwedî wateyeke taybet e, mizgîniya jiyaneke azad e. Gelê Kurd dê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo nesekine.”

Germiyanî îşaret bi girîngiya danîn şitilan kir û wiha got: “Di vê rojê de danîna şitilan tê wateya ji nû ve destpêkirina jiyanê. Ji ber ku jidayikbûna Rêber Apo îrade ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn çêkir. Gelê Kurd û tevgera Apoyî girêdayî siruşt û jîngehê ye, lewma çandina dar û şitilan ji bo me wateyeke wê ya taybet heye.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.