31 herêmên li Dersimê hatin qedexekirin
31 herêmên li Dersim, Pulur, Qislê, Xozat û Pilûmiriyê “herêma ewlehiyê” hatin îlankirin û ji derbasbûnê re hatin qedexekirin.
31 herêmên li Dersim, Pulur, Qislê, Xozat û Pilûmiriyê “herêma ewlehiyê” hatin îlankirin û ji derbasbûnê re hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dersimê, 31 cihên ku koordînatên wan hatine dayîn ên li Dersim, Pulur, Qislê, Xozat û Pilûmiriyê heta 1’ê Mijdara 2017’an hatine qedexekirin. Ev hêrêm wê heta dîroka ku hatiye dayîn, herêmên taybet ên ewlehiyê bin.