301 cenaze vê cejnê jî li goristana bêkesan 'bêkes' man

Cenazeyê 301 kesên ku li Kurdistanê hatin kuştin, li gel ku gelek sal di ser re derbas bûn jî û mînakên DNA’yê jî nehatin naskirin. Cenaze vê cejnê jî li goristana bêkesan, bêkes man.

Demek dirêj di ser şerê  dijî Berxwedana Xwerêveberiyê re ya li bajarên Bakur re derbas bû. Heta niha 301 kesên  ku di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane cenazeyê wan radestî malbatê wan nehatine kirin. 301 cenazeyên li goristanên Bêkesan,  li morgan cejneke dî jî ‘bêkes’ man.
 
Bi destpêka pêvajoya şer re, ku 24’ê Tîrmeha 2015’an dest pê kir, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên îmhayê berxwedana Xwerêveberiyê dest pê kir û her wiha li çolter û bejahiyê jî, li dijî êrîşên qirker berxwedanê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de gelek ciwan û gerîla jiyana xwe ji dest dan.  Cenazeyên gelek ciwan û şervanan li goristanên bêkesan hatin veşartin û hê jî li wan goristanan veşartî ne. Ji 16’ê Tebaxa 2015’an heta 1’ê Hezîrana 2017’an li Amedê 127, Li Mêrdînê 32, li Colemêrgê 20, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 8, li Êlihê 3, li Mûşê 4, li Çewligê 5, li Dêrsimê 5 û li Xarpêtê jî carekê bi navê ‘qedexeya derketina kolanan’ dewleta Tirk bi çekên giran, bi teknîka herî pêşketî ya şer, bi hezaran JOH, POH bi ser ciwanên Kurd de çû.

301 CENAZE CEJNEK DIN JÎ ‘BÊKES’ PÊŞWAZÎ KIRIN
 
Di berxwedana xwerêveberiyê ya bajaran de û çolteran de bi sedan endamên HPG’ê û YPS’ê û YDG-H’yê  jiyana xwe ji dest dan. Li gel serlêdanên malbatan jî bi sedan cenazeyên HPG’î û YPS’yan radest nekirine. Bi sedan cenaze li morg û goristanên Bêkesan tên rawestandin. Hêj li Goristana Yenîkoya Amedê 23 cenaze, li Rihayê 27 cenaze, li Xarpêtê 1 cenaze, li Dîlokê 7 cenaze, li Cizîrê 33 cenaze, li Silopiya 17 cenaze, li Şirnexê 42, li Erziromê 54, li Trabzonê 6 cenaze, li Wanê 6 cenaze, li Sêrtê 10 cenaze, li Bedlîsê 25 û li Meletiyê jî 50 cenaze hêj nehatine teşhîskirin û li benda teşhîsê ne. An jî malbatên wan xwîna testa DNA’yê dane û testa wan bi encam nebûye.
 
Li gel malbatên cenazeyan gelek caran serî li Serdozgeriyên Komarê yên bajaran dan jî û dayîna testa DNA’yê hêj 301 cenaze nehatine teşhîskirin. 301 cenazeyên li 13 bajaran tên rawestandin, cejnek din jî ‘bêkes’ pêşwazî kirin.