30 malbatên Êzidî vegeriyan Şengalê

Îro 30 malbatên Êzidî ku ji 3'ê Tebaxa 2014'an ve li nava Kempên Başûrê Kurdistanê diman, vegeriyan Şengalê.

Vegera wekatiyên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê dewam dike. Piştî avakirina Komisyonekê ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo pêşwazîkirina Koçberên Êzidî ku ji nava Kempan vedigerin Şengalê û şûn ve vegera gel ji bo ser cih warên wan zêde bûye.

Di vê çarçoveyê de îro 30 malbatên Êzidî bi awayekî fermî di rêya Mûsilê re xwe gehandin Şengalê û li gund û navçeyên Şengalê hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ji malbatên vegerîn hatin girtin, piranî malbatên vegeriyane li Kampa Çemişko a navçeya Zaxo ya Dihokê ne.