26 jin ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 26 jin ên ciwan ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne.

26 jin ên ciwan li çiyayên Kurdistanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo hilanîna tola Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara ew tevlî bûne.

Jinan bi zaravayê Soranî yê Kurdî û bi Tirkî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nekin û hate gotin, "Ji çar parçeyên Kurdistanê em serî li ber mêtingeriyê radikin. Weke 26 jin ên ciwan ên Kurdistanî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî di 4'ê Nîsana 2024'an de em berê xwe didin Rojê, berê xwe didin Rêbertî û tevlî nava refên gerîla dibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her ciwanên ku dixwazin bi rengekî azad, mirovane û bi rûmeta jinê bijî, her jin ên ciwan divê berê xwe bidin çiyê (...) Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku tevlî Rêbertî bibin."

Jin ên ciwan banga bilindkirina agirê berxwedanê yê rêya Bîşeng û Sarayan kirin û gotin, "Divê her kes baş zanibe ku bi têkoşînê em dikarin jiyaneke azad, demokratîk û bi rengê jinê bi dest bixin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanan û hemû jin ên ciwan dikin ku xwe bigihînin rastiyê, tevlî nava refên PKK û PAJK'ê bibin."