'2018 wê bibe sala azadiya gelê Kurd û Rêber Apo'

Gerîlayên PKK’ê Hîwa Hêmin û Serdar Star sala nû ya gelê Kurd pîroz kirin û diyar kirin ku sala 2018’an wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bibe sala azadiyê.

Gerîlayên PKK’ê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya AKP/Erdogan bi gotinên ‘Em ê PKK’ê biqedînin. Wê di mehên Adar-Nîsanê de kes nikaribe navê PKK’ê bibêje’ ketin sala 2017’an lê berxwedana gerîlayan derbên xurt li dewleta Tirk û artêşa wê xist.

Gerîlayên PKK’ê yên bi navê Hîwa Hêmin û Serdar Star têkildarî sala nû peyam dan û diyar kirin ku Kurdan di sala 2017’an de destkeftiyên girîng bi dest xistin û ew ê di sala 2018’an de van destkeftiyan bi pêş ve bibin.

 

EM Ê PERGALA ÎMRALIYÊ PARÇE BIKIN

Hîwa Hêmin sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd di serî de li hemû gelan pîroz kir û got “Di sala 2017’an de li hemberî êrîşên dijmin gerîlayan berxwedaneke fedaî kirin. Dewleta Tirk a dagirker îddîa kiribû ku ew ê di sala 2017’an de PKK’ê biqedînin, lê li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûn.

Rêber Apo li Îmraliyê, gerîla li çiyayan û gelê Kurd li meydanan gelek destkeftî bi dest xistin. Hedefa me ev e ku em van destkeftiyan di sala 2018’an de mezintir û mayînde bikin. Hedefa me ya pêşîn ev e ku em pergala Îmraliyê ya faşîst parçe bikin û Rêber Apo azad bikin.”

PDK’Ê BI KURDAN DA WINDAKIRIN

Hîwa Hêmin rewşa li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku ji ber polîtîkaya şaş a PDK’ê Kerkûk ji destê Kurdan çû. Hêmin diyar kir ku gelê li Başûr di nav krîzeke siyasî û ekonomîk de ye û got, “Başûr encax bi fikrên Rêber Apo dikare ji vê rewşa nediyar xwe rizgar bike.”

LI HEMBERÎ XETEREYAN DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ WERE PÊKANÎN

Hêmin diyar kir ku rejîma Îranê di demên dawîn de xwe nêzî dewleta Tirk a dagirker kiriye û Îranê îstîxbarata Çiyayê Asosê daye Tirkan û balefirên şer ên Tirkiyeyê ev der bombe kiriye. Hêmin bal kişand ser vî tiştî ku divê ji bo yekîtiya neteweyî hemû gavên pêwist werin avêtin. Ji ber vê jî divê Kurdên li her çar parçeyan bibin yek.

Gerîllayê PKK’ê yê bi navê Serdar Star jî diyar kir ku sala 2018’an sala 40’emîn a PKK’ê ye û him sala nû û him jî sala 40’emîn a PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de li hemû gelan pîroz kir.

DIVÊ PEYAMÊN GEL RAST WERIN FÊMKIRIN

Star diyar kir ku divê serîhildana li Başûrê Kurdistanê ji aliyê partiyên siyasî yên Başûr rast were fêmkirin û got, “Li Başûrê Kurdistanê gel daketine kolanan. Divê desthilatdarî van peyamên gel rast fêm bike. Divê gelê me yê li Başûr jî ji bo demokrasî û veguherînê israr bikin. Hikumeta Başûr bi teslîmkirina Kerkûkê re diyar kir ku nikare xwedî li îradeya gel derkeve. Kerkûk neparastin. Ji ber vê jî serîhildana gel mafên wan ên sereke ne. Vê berxwedana gel tê wateya şaşiyên ku Hikumeta Hewlêrê kiriye.”

FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BI AGIR DILÎZE

Star diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên mêtinger re dixwaze têkoşîna şoreşger tasfiye bike û tecrîda li ser rêzdar Ocalan jî têkiliya xwe bi vî tiştî heye û destnîşan kir ku faşîzma AKP û MHP’ê bi agir dilîzin û Ocalan xeta wan a sor e.

Star bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk ne bi tenê li Bakur, li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî êrîşan dike û ew ê êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bi ser nekeve. Star herî dawîn diyar kir ku wê sala 2018’an bike sala serfiraziyê.