2 jê zarok 4 kes, ji ber çêrandina pez hatin girtin!

2 jê zarok 4 kesên ku li Şirnexê ji ber çêrandina pezê xwe, bi îdîaya ‘derbasî cihên qedexe yên leşkerî bûne’ hatin girtin.

Koçerên bi navên Osman Gungen, Reşît Gungen û Î.G (16) û M.G (16) ên pêr li Şirnexê ji bo perzê xwe biçêrînin çûbûn Zozanên Behra Hinçê bi hinceta ‘derbasî herêmên qedexe yên leşkeran bûne’ hatin destgîrkirin. Pişît îfadeya wan a li Fermandariya Jendemeyan a Şirnexê sewqî edliyeyê hatin kirin.

BI ÎDÎAYA ÇÊRANDINA PEZ Û ‘ALÎKARÎ Û PIŞTGIRÎKIRINÊ’ HATIN GIRTIN

4 koçerên bi îdîaya ‘Alîkarî û piştgirîkirina terorê’ sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar hatin kirin hatin girtin û şendin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

Her wiha ji yên hatine girtin Osman Gungen tim bi nexweşiya ser êşî û tengbûna nefesê heye.