2 endamên Tevgera Ciwanan a Mexmûrê di êrîşeke kontra de şehîd bûn

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh êrîşeke kontra hate kirin. Di encamê de du endamên Tevgera Ciwanên Mexmûrê Kûlûman û Çîçek şehîd bûn.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh êrîşeke kontra hate kirin. Ji ber vê êrîşê 2 endamên Tevgera Ciwanên Mexmûrê yên bi navê Huseyîn Kûlûman (Hesen Şirnex) û Elî Çîçek şehîd bûn.

Ji bo herdu şehîdan duh êvarî saet di 18:00 de li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê merasîmek hate lidarxistin. Bi hezaran mirovên ji niştecihên wargehê tevlî merasîmê bûn.

Merasîmê, ji bo bîranîna Şehîd Hesen Şirnexî û Şehîd Elî Çîçek û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî xwendina sicîlên herdû şehîdan, di merasîmê de endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz axivî. 

Baz bal kişand ser vê erîşê û da zanîn ku ev êrîşa hovane lewazbûn û tirsonektiya dijminên gelê Kurd û hevkarên wan nîşan dide.

Baz got:  "Duh êrîşek kontrawarî û tirsonek pêk hat. Bê gûman ev êrîşane di dîroka tekoşîna me ya 40 salan ya ku bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdan hatî  destpêkirî û bi kedek bêhempa û bedelên pir mezin heta roja hatî pir caran li rastî êrîşên kontrawarî hatiye. Ev êrîşe ne êrîşa destpêkê û wê neya dawiyê jî be."

Baz di dawiya axaftina xwe de got; "Bi vê erîşê jî me dît; rêxistinbûn, ji hev agahdarbûn, ruhê alîkariyê dayîna hev, yekîtî ji her demê zêdetir ji me re pêwîste. Ev bi awayek vekirî tê dîtin, dijmin dema valahiyeke biçûk dibîne, êrîş dike."

Baz destnîşan kir, ku ji êrîşên bi vî rengî yên kontrawarî, têkoşîna azadiyê ti carî biçûk nebûye û wê berxwedan û têkoşîna xwe her mezin bikin.

Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Huseyîn Kara di merasîmê de axivî. 

Kara ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevrêyên herdu şehîdan, gelê Kurd, gelê wargehê û malbatên şehîdan sersaxî xwest û ev êrîşa hovane şermezar kir.

Kara diyar kir, hêzên êrîşkar û kontra wê di nava hemû qirêjiyên xwe de bifetisin û got, "Dewleta faşîst a Tirk bi hevkarên xwe yên xiyanet û xwefiroş ve, gundên me şewitandin me çok nedanî, em surgun kirin me teslîmyet qebul nekir, di penaberî de  heşt wargeh bi me dan guhertin lê me jiyanek bêşerefî nepejirand. Serê me jêkirin, bi her awayî êrîş kirin, sê mehan ambargo danîn ser me. Bi van êrîşên xwe xwestin me teslîm bigirin lê me jiyanek bêrûmet ti carî nepejirand."

Li ser navê malbata Şehîd Hesen Şirnexî, Selman Kuluman axivî. Di axaftina xwe de sersaxî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gelê wargehê xwest û da zanîn ku di kesayeta Şehîd Hesen de ew ê heta azadiyê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

Merasîma endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Şehîd Hesen Şirnexî û Şehîd Elî Çiçek bi qîrîna dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd Namirin', 'Bimre Xiyanet û Hevkariya Bi Dijmin re' û ‘Ey Şehîd Tola We li Erdê Namîne’ bidawî bû.