19 roj in gundê Xerabê dorpêçkirî ye

Gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ev 19 roj in ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dorpêçkirin.

Gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ev 19 roj in ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber qedexeyê gundî ji bilî bexçe û cîranên xwe yên nêz, nikarin bi deverekê ve biçin. Hat îdîakirin ku beşek ji leşkeran xwe ji gund vekişandine.

Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, malên ku leşkeran ji xwe re kirin qereqol hatine valakirin. Beşek ji leşkerên mifteya xaniyan radestî gundiyan kirine, bi rêya helîkopterê ji gund derketine.

Gundiyan dan xuyakirin, ku li hewşa dibistanê hê jî leşker hene. Her wiha li pêşiya gund jî leşker disekinin û bend danîne.

Li aliyê din, hat ragihandin helîkopterên şer ên artêşa Tirk danê sibehê li derdora gundê Sitilîlê firiyan.