15 sal derbas bûn lê hê jî birîna Kerkûkê nekewiyaye

Beriya 15 salan komên terorîstî li taxeke Kurdan a li bajarê Kerkûkê teqîneke mezin pêk anî ku di encamê de zêdetirî 100 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Birîna wan hê jî nehatiye pêçandin.

Di roja 16’ê Tîrmeha 2007’an de komên terorîst wesayîteke barhilgir a mezin ya tije teqemenî  li Çerxerêya Îmam Qasim a li nêzî Kela Kerkûkê ye û taxeke ya Kurdan e teqandin. Di encama teqînê de zirareke mezin a canî û madî çêbû.

Li gorî bîlançoya wê demê ya Nexweşxaneya Kerkûkê belav kiribû; zêdetirî 100 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 200 welatî jî birîndar bûbûn.

Beşek ji wan welatiyan ku ji ber vê teqînê birîndar bibûn hê jî birîna wan nehatiye pêçandin.

Piştî hilweşîna rejîma Baas a Iraqê a sala 2003’an, li bajarê Kerkûkê bi sedan teqîn li dijî hêzên ewlekarî û welatiyên sivîl hatin kirin. Lê teqîna 16’ê Tîrmehê yek ji wan rojên bi xwîn e ku Kerkûkî nikarin ji bîr bikin.