14 kesên li Wanê hatibûn destgîrkirin dema wan nezaretê hate dirêjkirin

Li dijî MEBYA-DER’ê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dema nezaretê ya 14 kesên hatibûn destgîrkirin, 4 rojan hate dirêjkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê li dijî MEBYA-DER’ê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di 19’ê Gulanê de 15 kes hatibûn destgîrkirin. Emîne Şaybak duh piştî dayîna îfadeyê serbest hate berdan. 14 kesên din jî îro anîn dadgehê. Ji bo 14 kesan biryara mayîna di nezaretê de 4 rojan hate dirêjkirin û ev kes dîsa birin Şaxa TEM’ê.

Di 19’ê Gulanê de ev kes hatibûn destgîrkirin, Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver, rêveberên komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmût Dîndar, Cîhat Aksû, Cevdet Bîlekî û Îsa Demiragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nûhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamûran Çîftçî û Nebî Kaçak.