10 girtiyên rojiya mirinê û greva birçîbûnê rakirin nexweşxaneyê

10 girtiyên ku piştî banga Ocalan çalakiya rojiya mirinê û greva birçîbûnê bi dawî kirin, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Girtiyên PKK û PAJK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê anîn.

10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dema ketina nexweşxaneyê girtî bi dirûşme, tilîlî û çepikan hatin pêşwazî kirin û têne dermankirin.

Xizmên girtiyan, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel û Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li pêşiya nexweşxaneyê ne.

Balkêş bû ku girtî li cihê ambûlansan bi otobusên polîsan anîn nexweşxaneyê.

Diyar bû wê girtiyan bi komî bînin nexweşxaneyê.

Navê girtiyên ku di rojiya mirinê de ne, rakirine nexweşxaneyê wiha ne; Ferat Tûrgay, Abdulhalîk Kaplan, Reşat Ozdik, Ergîn Akhan û Ahmet Topkaya.