'1'ê Hezîranê bû temakirina pêngava 15’ê Tebaxê'

Mamoste Sedîq Benek ê 1’ê Hezîranê weke pêngava ji nû ve avakirina PKK’ê nîşan da got: “Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê bû bingeha şoreşa gelê Kurd, her wiha 1’ê Hezîranê jî bû bingehek ji bo tunekirina îxaneta di nava gelê Kurd de."

Li Wargha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mamoste Sedîq Benek diyar kir ku PKK’ê bi pêngava 1’ê Hezîranê xwe ji nû ve ava kir, dîsa xeyalên hêzên desthilat vala derxist.

‘PKK TEVGEREKÎ HEMDEMÎ YE’

Benek bal kişand ku li Rojhilata Navîn ne tenê pêwîstiya gelê Kurd, belkû pêwîstiya hemû gelan bi tevgerkî hemdemî heye û got: “Di dîroka gelê Kurd de gelek tevgerên şoreşgerî rabûn, lê em nikarin wan tevgeran gişan weke tevgerên hemdemî pênase bikin. Ji ber ku gelek herêmî man û ji ber sedemên cuda hatibûn avakirin. Lê tevgera PKK’ê cuda bû. Ji bo yekîtî û azadiya Kurdistanê hate avakirin. Ji ber vê xusûsa xwe tevgerekî hemdemî ye.”

‘1’Ê HEZÎRANÊ BÛ TEMAKIRINA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ’

Mamoste Benek bal kişand ser pîlan û komployên berî 1’ê Hezîranê yên dewleta Tirk û dîsa hinek hêzên hevkar û wiha pêde çû: “Di vê demê de yan wê PKK bihata tinekirin, yan jî pêwîstî bi pêngavekî nû bû. PKK’ê xwe bi pêngava 1’ê Hezîranê ji nû ve ava kir û bû temamkerê pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an. Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê bû bingehê şoreşa gelê Kurd, 1’ê Hezîranê jî ji bû bingehek ji bo tinekirina xeta xiyanetê ya di nava gelê Kurd de. 1’ê Hezîranê bû gava duyemîn a destpêkek ji bo Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd. PKK bûyîna yekem bi 15’ê Tebaxê ye, ya duyemîn jî pêngava 1’ê Hezîranê ye.”

‘ÇARESERÎ YEKÎTÎ YE’

Benek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî ya li nava Kurdan û got: “Yekan e çareseriya li beramberî xiyanet û dijminahiya li ser gelê Kurd yekîtiya netewî ye.”