Zor li dayikan kirin ku wan tazî bikin û dîmenê wan bigirin

Dayikên ku li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, dema ku hatin destgîrkirin, zor li wan kirin ku wan tazî bikin û dîmenê wan bigirin.

Dayikên girtiyan ku ji bo balê bikişînin greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Girtîgeha Bakirkoyê ku dema xwestin çalakiya nobetê bikin, rojên Pêncşme û Înê hatibûn destgîrkirin. Li Midûriyeta Şûbeya Ewlehiyê ya Emniyeta Vatanê ya Stenbolê, ji bo ku dayikan tazî bikin û bi wî awayî saxtî bikin, zor li dayikan hate kirin.

Dayikên girtiyan ku Roja Dayikan li hicreyên bêhewa derbas kirin, dema ku hatim destgîrkirin û ez birim Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê min ew dîtin. Li TEM'ê ku bi hinceta li Şûbeya Ewlehiyê cih tine 4 rojan lê hatim girtin, dayik li gel şertên nebaş, weke çalakiyên li ber girtîhan bi çarikên spî yên li ser serê wan û bi stranan moral didan hev. Dema ku ez dîtim ez hembêz kirim û tiştên ku hatine serê wan, ji min re ragihandin.

'XWESTIN KU BI ZORÊ DÎMENÊN MIN BIGIRIN'

Dayik hêrs bûbûn ji ber ku zor li wan kiribûn ku wan tazî bikin. Kûmrû Akgul ku bûbû şahidê vê nêzîkatiya bêrûmetkirinê, diyar kir ku polîsên jin hewl dane ku bi zorê wê tazî bikin û dema ku ev qebûl nekiriye jî 6 polîsan xwe avêtine ser wê û domand, ''Polîsan dema ku bi zorê hewl didan ku min tazî bikin, yekê ji wan bi telefona xwe xwest ku dîmena min bigire. Dema ku min ev dît heta ku dengê ji min derket ez qîriyam. Dema ku min gotî, 'Li şûna ku hûn min tazî bikin û ser min seh bikin ez ê xwe bikujim çêtir e'' û bi vê gotina min re hemûyan êrîşî min kirin."

Dayika bi navê Fadîma Keskîn jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatibû destgîrkirin diyar kir zor lê kirine ku wê jî tazî bikin.

'EM BÊDENG NAMÎNIN'

Dayika bi navê Razîyete Yildirim jî ku li ber girtîgeha Bakirkoyê derb lê xistin û kişkişandin got ku " Polîsek ji wan gotiye, ''tu dizanî Sirûda Îstîklalê (Sirûda Tirkan a Netewî) bixwînî' û dema ku wê jî gotiye, ''na', jê re gotiye ''tu terorîst î''. Yildirim diyar kir ku heta zarokên wan li ber çavê wan kêlî bi kêlî bihelin ew ê bêdeng nemînin û ew ê serê xwe li ber ti zilm û êşkenceyê netewînin.